Jinên Başûr û Êzidî banga rawestandina êrişên Tirkiyeyê kirin

Li paytexta Iraqê Bexdayê, jinên Başûrê Kurdistanê û Êzidî li dijî êrişên dewlet aTirk bertek nîşan dan û banga rawestandina êrişên Tirkiyeyê kirin.  Herwiha dagirkeriya Tirkiyeyê gihandin Iraqê û nûnertî, balyozxaneyên welatan û rayedarên hikûmetê.

Li Bexdayê duh Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşma ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlêbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din pêk hat. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlêbûna jinên Iraqî hate lidarxistin. Piştî konferansê nûnerên jinên Êzidî û Başûrê Kurdistanê di dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyanî dan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şer û Iraqê bi peyamekê pêşkêşî rayedarên hikûmeta Iraqê, nûnertî û balyozxaneyên welatan kirin.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew konlosxaneyên li Herêma Kurdistanê ne destê hizbî gihîştinê û dengê jin û welatiyan nagihînin û got ku lewma pêwîste dengê xwe bigihînin nûnertiyên li Bexda.

Tara Hisên diyar kir ku dewleta Tirk rojane bi çekên kîmyawî li çiyayên Kurdistnê bi kar tîne û welatiyên sivîl qetil dike, gund, bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê topbaran dike û got: “Armanca Tirkiyeyê ne tenê neteweya Kurde, belku armanca wê ewe ku wîlayeta Mûsilê bêxe dibin destê xwe de ye. Zîhniyeta desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê, herwiha zîhniyeta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û hevkarîkirina hev, çarenivîsa Kurd ber bi aqûbatek nediyar dibe. Lewma em pêwîst dibînin, aliyên peywendîdar girîngiyê bidin deng û armanca jinan ku aştî ye.”

Tara Hisên diyar kir ku êdî nabe dewlet û hêzek din biryar li ser çarenîsa gelan biryarê bide û siyaseta xwe di nava Iraqê de pêk bîne û wiha domand: “Pêwîste îradeya gelên Iraqê vegere. Bi awayek aştiyane, jiyana bi heve di nava gelên cuda yên Iraqê de hebe. Hemû dagirkeriyê şermezar dikin.”

Jinên Êzidî yên Şengalê jî ew peyam dan: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê ye, belku li ser Şengalê ne jî û heta niha berdewam dikin. Em Tirkiyeyê û hemû wan desthilatdarên ku li hemberî êrişan bê helwest in ên weke PDK û hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Pêwîstbû Hikûmeta Iraqê helwest li hemberî êrişan hebe, lê heta êrişa dawî ti helwesta wê nebe, ji ber ku yên ziyan didiîtin tenê Kurd bû, lê divê hikûmeta Iraqê li hemberî hemû êrişên dewleta Tirk dengê xwe derbixîne. Divê me hemû bizanibîn ku hêzên li Rojeva û çiyayan li dijî Tirkiyeyê berxwendanê dikin, li hemberî êrişên Tirkiyeyê asteng in û rê nadin Iraq parçe parçe bibine û plana Tirkiyeyê serbikeve.”

 

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button