Zarokên Şengalê bi fêrbûna erbaneyê çanda kevnar diparêzin

Civaka herî kevnar ya li ser ruyê cihanê, civaka Êzidiye. Rexmê sedan fermanên li serê vê civakê hatiye pêkanîn jî, civaka Êzidî kariye bi awayê herî bedew canda xwe biparêze.

Şengal – Li ser axa Mezopotamyayê, yek ji qada herî bi dewlemend û bi nirx çand û huner e. Çand û huner bi daxwaza fêrbûne ya zarokên Êzidiya a Şengalê jî nû vê zîndî dibe.  Piştî fermanê pergala Rêveberiya xweser ya ku tevahî pêdiviyên civakê pêktîne, warê çand û hunerê de jî xwedî kedek mezine. Mamostayên çand û hunera Sitiya Nexşan jî ji bo ku zarokên Şengalê hê di temenên xwe yên biçuk de baş û rast fêrî çanda xwe bibin, ji wan re perwerdeyên cur be cur yên enstrumanan û stran tên dayîn. Yek ji van dewreyan jî dewraya zarokên 9 heya 14 salî ya tev û ritime.

Zarokên koma defê ya Sitiya Nexşan didin diyar kirin ew dixwazin ji bo bikaribin çanda Êzidiyatiyê biparêzin, xwe fêrî çanda xwe ya Êzidiyatî bikin.

“Ez ji mamoste, hevalên xwe û ji çand û hunerê hez dikim”

Yek ji endamê koma defe Şoreş Dexîl dibêje ev demeke ku ez di kar û xebatên çand û hunerê de cihê xwe digirim ji mamoste, hevalên xwe û ji çand û hunerê jî hez dikim.  Em ji bo fêrbûna gelek tiştan li vir in.

“Bila hemû hevalên me werin”

Rena Kerîm jî piştî stranek ji denge xwe ya xweş vegot, ji tevahî zarokên Êzidî xwest ku werin kar û xebatê çand û hunerê û bang kir ku zarokên Kampan jî  vegerin warê xwe û bi çanda xwe xwe perwerde bikin.

“Em ê xwe fêrî temburê bikin”

Jiyan Celal ya 7 salî jî xeyalên xwe yên li pey perwerdeya defê ji me û hevalên xwe re bi van gotinan vegot: “Mamostayên me gotin xwe baş fêrî defê bikin. Em ê xwe fêr bikin. Em ê xwe fêrî temburê bikin, çilên Êzidî û yên Kurdî li xwe bikin, kufiyan li serê xwe bikin û ji bo vegotina stranên li ser Şengalê derbikevin ser dike.”

‘DAIŞ dixwest bi êrişên xwe çanda me tune bike”

Zaroka bi navê Sosin Seydo ya ku niha mamostatî ji hevalên xwe re dike, bi daxwazek mezin got: “Em dixwazin ji bo em bikaribin hê bêhtir xwe fêrî tevahî enstrumanan bikin her wiha ji bo komên me yên govend û muzikê mezintir bibin, hevalên me yên çand û hunerê zêdebibin.

Sosina biçuk ji aliyekê hevalên xwe fêrdike di nava rojê de dema xwe tev bi ken û şadî derbaz dike ji aliyê din de jî hê ji niha de ji ber salvegera fermanê ketiye atmosfera fermanê. Sosin Seyda di dawiya axaftina xwe de wiha got: “DAIŞ dixwest bi êrişên xwe çanda me tune bike, lê em weke zarokên Şengalê rê nadin û emê heta dawiyê çanda xwe biparêzin.”

NESRÎN HISEN

Show More
Back to top button