Meşa dayika Zerî ya ji Şengalê berbi Amedê ve 

Di dema fermanê de koçan barkir û bi sedhezaran Êzidî berê xwe dan bi dehan bajaran. Dayika Zerî jî piştî meşeke dirêj ku her di bin siya mirinê de bû, xwe digihîne Amedê ku wiha behs dike: ‘’Em çûn Amedê, ji me re gotin werin ba vî çemî, xuşe xuşa çem bû.’’

Di dîroka mirovahiyê de koç û sîrgûn, encamên giran ên şer û fermanan in. Ma kî belasebep dest ji cih û warê xwe berdide û ber bi cihên nediyar ve dimeşe? Li Şengalê jî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi sedhezaran Êzidî ji ber şûrê fermanê dest ji axa xwe ya qedîm û pîroz berdan û li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê berbelav bûn.

Di dema fermanê de ji Şengalê ber bi Rojava, ber bi Başûrê Kurdistanê, ber bi Bakurê Kurdistanê ve koçan barkir. Piraniya Êzidiyan, bi taybet jî jin û zarokên Êzidî cara yekem navê gelek bajaran bihîstin, bêyî ku nas bikin xwe spartin wan. Yek ji van meşên dirêj jî, meşa Dayika Zerî Reşo ya ji Şengalê ber bi Amedê ye.

Dema DAIŞ’ê di roja fermanê de êrîş dike, dayika Zerî li ber tenûrê, bi teşta hevîrê xwe ve ye ku nan dipehte.  Çawa dengê lingê hovên serdemê dibihîsin, berê xwe didin rêya rizgariyê. Destpêkê diçin gundê Zeytûnî, lê dema xwe ji Pala Sibehî berdidin, DAIŞ’ê car din xwe digihîne wan û Dayîka Zerî wiha dest bi vegotina çîroka xwe dike: ‘’Em 6 kes bûn, çek di cenîka wan de danîn, ji min re gotin here, min got ez naçim. Her 5 kesên bi me re dan rûniştandin ji bo gulebaran bikin. Kirin û nekirin ez ji ba wan neçûm, ez biçûma wê wan bikuştana. Taliyê em li wesayîtekî siwar kirin û em birin Til Qesebê.’’

DAIŞ her li pey şopa wan e

Li Til Qeseb piştî ku li çend malan digerin, berê xwe didin Nisêriyê ji wir jî Şahabiyê. DAIŞ bela xwe ji wan venake û li wir jî xwe digihîne wan; ‘’DAIŞ bi 2 wesayîtan hate ser me. Wê demê teyare hatin Til Qesebê, bazdan çûn. Dor saetek din car din her 2 wesayît hatine me. Me got wê niha me bikujin. Keçikek li gel me bû, kêrê anî got ezê xwe bikujim. Me got carê bisekine. Roj çû ava, ew jî çûn. Bi şev em ji wê malê bazdan.’’

‘Me xwe li çiya xist û em gihîştin Çilmêra’

DAIŞ dest ji kuştina wan, ew jî dest ji jiyanê bernadin. Li Şengalê dema fermanê, dema têkoşîna jiyan û mirinê ye. Berê xwe didin çiyê, lê DAIŞ’ê li ser riya çiyê kemîn datîne. Dayika Zerî meşa rizgariyê ya ber bi Çiyayê Şengalê ve wiha dibêje: ‘’Me berê xwe da çiya, em biserketin. DAIŞ’ê 2 doçka danîbûn, me xwe jê xilas kir. Ji bo bi dengê lingê me nehisin, me pêlavên xwe derxistin û pêxwas bazdan. Saet 11’ê roj em gihîştin Çilmêra.’’

‘Em çûn ber xuşe xuşa Çemê Dîcleyê’

Dema xwe digihînin Çilmêra, êdî di bin parastina gerîlayên PKK’ê de ne. Piştî ku 2 rojan li wir dimînin berê xwe didin Zaxoyê ku xizmên wan lê ne. Li wir jî nasekinin û berê xwe didin Bakurê Kurdistanê, Amedê. Dayîka Zerî dîmena ku li Amedê rast lê tê bi van gotinên xweş tîne ser ziman: ‘’Em çûn (Amedê), ji me re gotin werin ba vî çemî (Çemê Dîcleyê), xuşe xuşa çem bû. Em çûn kon danîbûn, xwarin û tişt anîn gotin PKK’ê aniye.’’

Dayîka Zerî Reşo 2 mehan li Amedê dimîne. Zerî Reşo got: “Li Amedê, qedrê me digirtin. Ji me re qenc bûn, dixtor anîn ji me re. Pey re gotin rewşa Şengalê xweş bûye me got emê vegerin.’’

Piştî meşeke dirêj a ber bi Amedê ve, Dayîka Zerî Reşo vê carê dest bi meşa vegera axa pîroz dike ku li Şengalê ji me re behsa çîroka xwe dike.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button