Jinên Êzidî: Em fermanê nadin ji bîr kirin 

Dûh li nahiya Sinûnê ya Şengalê jinên Êzidî meşek li darxistin. Jinên beşdarî meşê bûn anîn ser ziman ku ewê fermanê nedin jibîr kirin û daxwaz ji miletê Êzidî kirin ku bi çalakiyan xwedî li xwe, axa xwe, hebûna xwe derkevin.

Duh çalakiya yekem a ji bo bîranîna fermanê li Şengalê li nahiya Sinûnê destpê kir. Çalakiya destpêkê îro li Sinûnê pêkhat. Di çalakiyê de hat xwestin jenosîda li ser civaka Êzidî were naskirin û ji êrişkar û hevkaran hesab were pirsîn. Jinên Êzidî ku tevlî meşê bûbûn behsa armanca meşê kirin û hêstên xwe parvekirin.

Jina bi navê Perîşan Şemo got ku ew bi boneya bîranîna fermanê kombûne û meşa xwe dikin û wiha axivî; “Ev vê meşê dikin da ku roja fermanê ji bîra me neçe. Em peyama xwe jî wiha didin ku emê wê rojê ti demî ji bîr nekin, emê her li berxwe bidin. Emê dijminên civaka Êzidî bişkînin, em nahêlin her dema dixwazin bikevin Şengalê, dagir bikin. Reîsê Iraqê jî piştgirî dide dijminên me, diyare wê fermanê jibîr kirîne. Em miletê Êzidî jî parçeyek ji xelkê İraqê ne û rûxmê wê me jibîr kirîne. Em fermanê jibîr nakin heya zarokek me jî sax bimîne, emê wana perwerde bikin û bêjin ew roj hate serê me, dijminan jî ew tiştan anîbû serê me.”

Day Neam Şengalî jî anî ser ziman ku ew wek Tevgera Azadayia Jinên Êzidî (TAJÊ) bo bersiva fermanan bidin meşê pêktînin û wiha pêde çû; “Em dimeşin da ku em dayîk û jin bigihînen yek bi hevre bersiv bidin dijminên xwe re. li ser fermanê re herkes bêdeng ma, can çû, mal çu, dayîk, zarok, jin, namûs her tişt ji destê me çû. Em 7 sale rojane êş û zehmetî dijîn ku heya îro me xwe anî. Em jî peyam didin dijminên xwe ku emê ti demî jêre serî natewînin, xwedî gotinên xwe bin, emê li pey doza şehîdên xwe bin. Ew şehîdên tî û birçî dema fermana 3’yê Tebaxê çûyî em jibîr nakin û li pey soza wanin. Em Şengalekî Azad, Êzidxanekî azad bê koletî, bê bindestî  avakirinê armanc dikin. Yên ji yên ji Başûrê Kurdistanê û hikûmeta İraqê re jî dibêjin, ‘çima jenosîda Êzidiyan nayê qebûl kirin, çima nas nakin. Ew naxwazin Şengal azad bibe, naxwazin Şengal û civaka Êzidî hebe.”

Jina ciwan ya bi navê Vîyan Naîf ji got ew wek cîwanekî Êzidî beşdar bûye û wiha pêde çû; “Em wek ciwanên Êzidî beşdarî meşê bûne. Me gelekî zilm û zor dîtiye. Divê em li ser fermana 3’yî Tebaxa 2014’an bêdeng nemînin. Hêjan bi hezaran jin û keçên me destê çeteyên DAIŞ de mane, di destê dijminan de ne. Em dixwazin heyfa xwe ji wan rakirin. Emê wek ciwanên Êzidî berxwe bidin, emê xwe perwerde bikin û heqê xwe bixwazin. Em nabe xwe bêdeng bikin. Bêdeng mayîn yê xirabîyê bo me bi xwere bîne.”

Jina bi navê Dilo Şengalî jî anî ser ziman ku ew wek jin û jinên ciwan yên Êzidî tevlî meşê dibin û wiha axivî; “Em bo salvegera fermanê kombûn. Divê milet fermanekî din li ser serê xwe qebûl neke. Daxwaza milet dawî hatina fermanan e. Em wek miletê Êzidî qebûl nakin ferman serê me de werin, me pir ferman dîtîne, êdî bese. Banga min ji bo miletê me jî ewe ku bila xwedî li rojên wiha derkeve û fermanê nede jibîr kirin. Fermanekî gelekî zehmet bu.”

Jina bi navê Halîme Şengalî jî anî ser ziman ku ew dijî fermanê dimeşin û got; “Hêjan dayîk û jinên me di destê çeteyên DAIŞ de mane. Gelek dewlet têde cîh digirtin, ez nikarim ji tere yek bi yek bihêjmêrim. Dewlet hemû li dijî Êzidiyan bûn yek. Gelekî zehmet bû.” Helîme herî dawî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ya faşîst dijî Şengalê û got ev berdewamiya fermanê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Îro jî ji ber êrîşên balafiran çedibin milet jî newîre vegere.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button