Meclîsa Gel a Sinunê 2’emîn konferansa xwe lidarxist

‎Meclîsa Gel a bajaroka Sinunê 2'emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya "Xwerêvebirin, rêxistinkirin, xwe parastin, berxwedan û serkeftin mafê bingehîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê ye" lidarxist. Di konferansê de 13 endamên nû ji bo meclîsê hatin hilbijartin‎

Meclîsa Gel a bajaroka Sinunê 2’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya “Xwerêvebirin, rêxistinkirin, xwe parastin, berxwedan û serkeftin mafê bingehîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê ye” lidarxist. Di konferansê de endamên sazî û rêxistinên Şengalê tevî gelek welatiyên bajarok bejdar bûbûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre dîwana konferansê hate hilbijartin. Li ser rewşa Rojhilata Navîn û Şengalê nîqaş hatin kirin û piştre rapora kar û xebatên sê salan a meclîsê ji aliyê Xwedêda Berekat ve hate xwendin.

Di destpêka raporê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Şehîdên 74 fermanan hatin bîranîn û hate gotin bi xwerêvebirin, xwe parastin, bi berxwedanî û serkeftinê emê statûya Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin.

Di dewama Raporê de bal hat kişandin ser hevdîtinên rayedarên Tirk ên li gel Iraq û PDK’ê wiha hate gotin : “Hevdîtinên şandeya leşkerî ya Tirk a li gel hikûmeta Iraq û PDK’ê li ser esasê tasfiyekirina PKK’ê û dagirkirina Şengalê bû. Divê gelê me li dijî hemû pilan û êrişan amade be. Li her cihî, li gel dewleta Tirkiyê kî dibe bila bibe ku êrîşan bike, pêwîste li dijî êrîşan raweste, berxwedanê bike. Ji derveyî berxwedanê rêyek din ji bo me Şengaliyan nine.”

Piştre kar û xebatên meclîsê hatin nirxandin. Sînevîzyonek jî li ser komkujiya Şengalê hate nîşandan.

Di dawiyê de jî 13 endamên nû yên meclîsa gel hatin hilbijartin. Xwedêda Elyas carek din ji bo hevserokatiya meclîsê hate hilbijartin. Kesên hatin hilbijartin li ser baweriya Êzdiyatiyê sond xwarin.

Hevseroka jin jî wê di civîna yekemin a piştî Konfirensê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve bê hilbijartin.

 

Show More
Back to top button