KONGREYEK Û BIRYARDARIYEK

Piştî fermana 03.08.2014’an Jinên Ciwan jî rêxistina xwe ava kirin. Bi avakirina rêxistinê bûn bersiva fermanan, di heman demê de bûn tolhildana fermanan. Ji ber ku tu hêzeke dijminê Êzdî êdî wê nikaribe destdirêjiya jinên rêxistinkirî bike. Rêxistin hêz e, rêxistin pişt e ji bo jinan, rêxistin hêvî ye.

Duh li Şengalê Kongreya Jinên Ciwan a Yekemîn hat lidarxistin. Me jî xwest çend çavdêrî û nêrînên xwe bi xwînerên malpera xwe re parve bikin. Di rêxistinan de kongre ji xwe her tim bi xwe re nûbûn, biryardarî û îdiayekê jî tînin. Di kongreya Jinên Ciwan de ev ruh pir germ xuya dikir. Dîroka Kongreya Jinên Ciwan pir baş hatibû hilbijartin, diyarkirin. 30’ê Hezîranê, di dîroka Tevgera Jina Azad a Kurdistanê de rojeke gelek taybet e.  6’ê Hezîranê li dijî Rêberê gelên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan êrîşeke komplogerî hatibû kirin. Şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî) ji bo ji vê êrîşê re bibe bersiv, çalakiya fedaî li dar xistibû û derbeke giran li dijminên dagirker ê gelan xistibû. Li ser vê çalakiyê Rêber Abdullah Ocalan Teoriya Rizgariya Jinê pêş xistibû. Di nav 26 salên derbas bû de bi sedan rêxistinên jinan bi vê îdeolojiyê hatin avakirin û meşandin.

Piştî fermana 03.08.2014’an Jinên Ciwan jî rêxistina xwe ava kirin. Bi avakirina rêxistinê bûn bersiva fermanan, di heman demê de bûn tolhildana fermanan. Ji ber ku tu hêzeke dijminê Êzdî êdî wê nikaribe destdirêjiya jinên rêxistinkirî bike. Rêxistin hêz e, rêxistin pişt e ji bo jinan, rêxistin hêvî ye.

Jinên Ciwan, di 7 salên derbasbûyî de bi çalakiyên xwe, bi tevlîbûna xwe, bi sekin û helwestên xwe rengekî diyar dan rêxistinbûna Şengalê. Hem di her sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê de ciyê xwe girtin hem jî rêxistinbûna xwe ya xweser ava kirin.

Bi taybet bi tevlîbûnên nav Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) bûn tirsa dijminan. Heta bi Reqayê, navenda DAÎŞ’ê ya berê çûn û derb li dijminên Êzdî xistin. Tola jinên girtî hilanîn. Di nav xebatên Çand û Hunerê de bi Stiya Nexşa xwe rêxistin kirin û gelek berhem dan. Di perwerdekirina zarokên Êzdî de weke mamoste ciyê xwe girtin. Çalakiyên werzîşê li dar xistin. Tevlî hevdîtinên dîplomatîk bûn. Di qada navnetewî de jî dan xuyakirin ku jinên ciwan ên Êzdî xwedî hêz û îradeyeke xurt in. Di karên aborî de şixulîn û debara malbatê girtin ser milê xwe. Di meclîsên TAJÊ de kar û xebat dan meşandin.

Di encam de, di 7 salan de di her qadê de rengê xwe, îradeya xwe dan xuyakirin û bi rola xwe ya pêşeng rabûn. Ji bo jinên ciwan ên dixwazin di şuxlên civakî de cî bigirin bûn hêvî. Bi van çalakvaniyên xwe, di heman demê de bûn bersiva şerê taybet ku bi dijwarî li ser hemû civakê û Jinên Ciwan tê meşandin.

Di vê çarçoveyê de Kongreya Jinên Ciwan a Yekemîn, bû weke nirxandina 7 salên têr û tije. Di her axaftinên hatin kirin de biryardarî û îradeya Jinên Ciwan dîtin mimkun bû. Jinên Ciwan ên Şengalî doh di kongreya xwe de gelek bi coş bûn; coşeke ji rêxistinbûna xwe digirtin. Yekem car e ku xwe weke Yekîtî ava kirin. Nêrîn û nirxandinên Jinên Ciwan gelek zelal û  balkêş bûn. Rêya xwe baş zanîbûn, dabûn ser şopa Şehîd Zilanan, Şehîd Bêrîvanan. Sonda tolhilanîna hemû qurbaniyên, Şehîdên fermana 74’an dan. Bi plan û projeyên demdirêj, dan diyarkirin ku wê di avakirina Xweseriya Şengalê de ciyê xwe bigirin.

Hin dîmenên balkêş jî bala mirov dikşand. Jinên Ciwan ên ku tevlî kongreyê bûbûn, li kêlek dayîkên xwe yên di nav meclîsên TAJÊ de rêxistinkirî ne û li beramber her êrîşên li ser Şingalê xwedî helwest in rûniştibûn. Du nifş bûne berdewamiya yekûdin û bi rêxistinî yekûdin temam dikirin.

Bi kirasên xwe yên spî, bi dîlanên xwe, bi mêvanperweriya xwe, bi xemilandina Qae Laleş, di nav rojeva Şengalê de ciyekî xwe yê rengîn girtin. Careke din dan xuyakirin ku Jinên Ciwan pêşeng û pêşeroja Civaka Êzdî ne.

Em jî ji hemû Jinên Ciwan re serkeftinê dixwazin û Kongreya Jinên Ciwan ên Êzdî ya Yekemîn pîrozî dikin.

Selwa Hecî

Show More
Back to top button