Kongreya Jinên Ciwan didome Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin

Yekemîn  Kongre ya Jinên Ciwanên Êzidî ku bi armanca xurtkirina rêxistin kirina xwe û li pêşiya fermanên nû girtin destpêkiribû, berdewam dike. Di kongreyê de hate gotin ku ji ber ku ciwan û jinên ciwan ên kampên di bin kontrola PDK’ê de neperwerdekirîne, tên xepandin û zû diçin lîstokên dijmin.

Di salvegera şahadeta Ş. Zîlan û bi boneya nêzîkbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de Jinên Ciwanên Şengalê, bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jin dawiya fermana bînin Kongreya xwe lidardixin. Îro di saetên serê sibehê de Kongreya yekemîn a Jinên Ciwanên Êzidî, bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rexistinbûnê ava bike û îxanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ destpê kir. Kongre li navenda Şengalê avahiya Meclisa Gel, bi tevlîbûna 120 delegeyan destpê kir. Di Kongreya yekemîn a Jinên Ciwanên Êzidî de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Jinên Ciwanên Maxmurê jî cîhê xwe girtin.

Piştî xwendina perpektîfa Rêber Apo, peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê hate xwendin. Peyamê Rêveberiya Xweser bi vê rengî bû: “Em Kongre ya Jinên Ciwan pîroz dikin û wekî Rêber Apo gotî dibejin ‘Me bi ciwantî destpê kir û emê bi ciwantî serbikevin.’ Em di vê baweriyê de ne ku rexistinbuna Jinên Ciwan ewê tekoşîna civakê xort bike û ji bo êrîşan bibe bersiv.”

Paştre rapora xebatên salane a Jinên Ciwanên Êzidî hate xwendin. Piştî xwendina raporan, nirxandina rewşa siyasî ji aliyê beşdarvanan ve hatin kirin.

Di nirxandinên siyasî de wiha hate tesbîtkirin: “Ji bo bi hêzkirina xweseriya Şengalê gavên xort tên avetin. Ji ber vê yekî çavên dijmin her li ser Şengalê ye ku deskeftiyên gel binpê bike. Di hemû êrîşên dijmin de jin û jinên ciwan ji bo xwedî derketina ax û gelê xwe pêşengtî kirin. Hikûmeta Kazimî û PDK’ê jî bi siyaseta şerê taybet zext li ser ciwanan dike. Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin û bitirsînin. Lê armanca dijmin bi zanabûna ciwanên me negihîştiye encamekî.”

Peymana 9’ê Cotmehê tinekirina Êzidiyane

Di berdewamiya nirxandinên siyasî de bal hate kişand ser hevkariya hikûmeta Kazîmi û PDK’ê û wiha hate gotin: “Berê du sal ji îmzekirina peymana 9’ê Cotmehê, hikumeta Iraqê û PDK’ê li hev kirin û dest bi pilansaziya tinekirina îrade civaka Êzidî kirin. Dijmin wiha difikiriya ku civaka Êzidî weke berê serê xwe ji wan re  bitewîne. Piştî di hilbijartinê de ne karîn li Şengalê serkeftin bi dest bixin, rêbazên xwe yên veşartî veguhartin siyasetekî eşkere û ber çav.

Her wiha jinên ciwan yên ku di kampên Başûrê Kurdistanê de PDK’ê wan ji riya Êzidaytiyê derdixînin. Bê ku jinên ciwan bikevin ferqê de PDK’ê wan difroşe. Hemû şerên taybet di kampan de tê meşandin. mixabin ji ber ku ciwan û jinên ciwan ên kampan ne perwerde kirî ne, tên xepandin û zû diçin lîstokên dijmin.”

Nirxandina rewşa siyasî hate bi dawî kirin, navbera saeta nîvro hate dayîn.

Kongre berdewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button