Li wargehek Êzidiyan ya li Zaxo krîza avê

Li wargeha Bêrsîvê ya li Zaxo ku koçberên Şengalê lê dimînin, av nemaye. Hate zanîn ku heftiyeke av ji bo wargehê nehatiye berdan. Alîkarî jî êdî nayê belavkirin.

Ji bo koçberên li Başûrê Kurdistanê vegerin ser axa xwe, demek dirêje valekirina wargehên koçberan di rojeva Iraq û Neteweyên Yekbûyî deye. Lê heya niha gelek wargehên li Başûrê Kurdistanê nehatine valekirin.

Zehmetiyên di wargehan de

Yek ji wargehên ku niha krîza avê lê peyda bûye, wargeha Bêrsîvê2 ya li navçeya Zaxo a Başûrê Kuridistanê ye. Li gorî çavkaniyên ji nava wargehê, heftiyeke av derbasî nava wargehê nebuya  û di vê demsala havînê de rewşa koçberan gelek nebaşe. Heman çavkaniyê ragihand ku ji bo çareserkirina pisgirêka avê wan gelek caran serdana rêveberiya wargehê kirine lê bi hêceta ku amûra kar nake û perçeyên wan amûran li Herêma Kurdistanê peyda nabin, gel didin sekinadin.

Li gorî agahiyan li wargeha Bêrsîvê 3 dezgehên ser bi Neteweyên Yekbûyî hebûn, lê heftiyeke ji nav wargehê derketine û hemû alîkariya ji bo koçberan hatiye sekinandin.

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ROJNEWS

Show More
Back to top button