‘Axa min ji her derê bi qîmetire’ 

Êzidiyatiya resen parastina bîr û bawerî çiya û axa xwe ye. Gelê Şengalê rexmê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ev 7 salin ku ji bo ji nu ve warê xwe avabikin di nava kar û xebat dene. Rexmê piştî fermanê jî dujminên civaka Êzidî dev ji êriş û pilanên xwe bernedane lê civaka Êzidî di berxwedan û tekoşîna xwede bi israrin.

Li Şengalê her maleke ku piştî fermanê vegeriyayî netenê ji bo jiyan û debara malbata xwe kar û xebat dikin. Li gor gelê Şengalê vegera li Şengalê ji nude avakirin û bedew kirina Şengalê bersiva fermanê ye, her wiha rêya girtina fermanên nuye.

Yek ji wan kesayetiyên ku piştî fermanê vegeriya axa xwe jî Berekat Reşo Birahîme ku heskirin û eşqa xwe ya ji bo axa xwe ji vegotina wê têr nedibû.

Berekat Reşo Birahîm bi xwe ji Eşîra Miskora ye ew ji gundê Dohlaye, lê ev 20 sale ku hatiye gundê Nasiriyê ku li gor gotina wî cihê bav û bapîrên wî ye.

Gundê Nasiriyê sedê salaye heye’

Berekat Reşo wiha qala gundê Nasiriyê dike: “Li gundê Nasiriyê ez bi malbata xwe re bi karê dexil û rezan ve mijul dibim, her wiha pezê me jî heye. Gundê me ji sedê salane ku heye di emrê min de carekê xera bu û niha cardin em ava dikin. Di be ku di demê bapîrên me de çend caran xera bube û cardin wan ava kiribe. Gundê me berê 25 mal têde bun. Miradê Seydo û bapîrê min Birahîmê seydo ev gund ava kirine ji bo xwe bîrek bi destan kolan û gund ava kirine ji kevin de ye ku em di vî gundî de bi dexl, rez û pezan re debara xwe dikin.”

‘Axa me xwediyê meye’

Berkat Reşo heskirina xwe ya ji bo gund û warê xwe bivan gotinan anî ziman: “Ez gelek ji warê xwe hezdikim. Rexmê me ferman jî jiyan kir ewqas zor û zehmetî me dît lê min niha jî nedixwest ku malbatên min li welatên biyaniyan di halekê herî baş de bana. Ji ber ez li vir ji dayik bume malbata min li vir jidayik bune cihê me ji her deverê xweştire. Hemû civak bi ax û warê xwe xwediyê xwe hene ger axa me nebe xwediyekê me jî nîne.”

‘Feqîrê ilimdar gotibu’

Berekat Reşo di berdewamiya çiroka xwe de qala fermana 74’an jî kir û wiha vegot: “Berî fermanê hevalekê min çubu cem Feqîrê ilimdar û wî feqîrê ilimdar jê re gotibu ‘karê xwe bikin, dibe di demeke nêz de hun barbikin.” Hevalê min ji min re got, min jî ji malbatên me re gotin em biçin çiya ji bo xwe bîrek ya avê çêkin çi dibe çi nabe, wan gotin em nayên ji mecburî min zarokên xwe girtin û di çiya de min ji bo malê hinek amadekarî kirin. Demek derbaz bu me dît bi rastî jî ferman çêbu û min malbat girtin û em çun çiya. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de pênç rojan em li çiya man li du wê me berê xwe da Başurê Kurdistanê li Zaxo.”

‘Me êdî nekarî li wir îdare bikin’

Berekat Reşo behsa vegera xwe ya li Şengalê jî kir û got: “Piştî cejna rojiyên Êzî em vegeriyan yanî bi giştî em çar mehan li Başûrê Kurdistanê man. Me êdî nekarî li wêderê îdare bikin. Ger ne ji dayika min ba ezê di dema şer de hatibama, lê ji ber di malê de ez kurek tenê bum û dayika min jî pê hesiya bu ku li tilqesep bira û biraziyên wê ketine destê DAIŞ’ê ji bo wê ne di xwest ez jê dur bibim ji ber ku êşa wê giran bu, min jî mecburî çar mehan li Başurê Kurdistanê qedand û min malbata xwe anî em vegeriyan tenê hinek ferdên malbatê li Başurê Kurdistanê man.”

‘Piştî ez vegeriyam min gundê xwe bedew kir’

Berekat Reşo Birahîm di berdewamiya gotinên xwe de qala giringiya avakirina warê xwe kir û wiha bilêv kir: “Demê em hatin heya demeke dirêj gerila ji civaka me re arîkariyek pir mezin kirin warê me ji DAIŞ rizgar kirin di warê madî manevî de çi ji destê wan hatibe ji mere kirin. Wan hêz da me, me jî warê xwe ji nude avakir. Piştî ez hatim min ji bo xwe mal ava kir, min darên fêkiyan û dexl çand. Di berê de min dar çandibun, lê piştî fermanê min bi keda xwe û mala xwe erdê xwe bibereketir kir. 34 darên zeytuna yên bêrin 24 hinar 70 mêw 88 yên hejirane hinek ji wan 20 salin û hinek jî ev 3 salin min çand. Ji ber ez dizanin li vir ez çibikim ji mala min û nasên min reye lê li xeribiyê li kampan keda me vala diçe.”

‘Dıvê em Çiyayê Şengalê bi parêzin’

Berekat Reşo di dawiya gotinên xwe de bal kişand li ser giringiya parastina çiyayên xwe û bi van gotinan banga vegerê li gelê Êzidî yên kampên Başurê Kurdistanê kir: “Divê gelê me bi zane ger ku gelê me bi xwe çiyayê Şengalê ne parêze gund û bajêrên xwe neparêze, kesek jêre naparêze her kes li du berjewendiyên xwene. Divê civaka me berfireh bifikre, ne tenê malbata we di vê pêşeroja miletê xwe bifikire. Ez dixwazim gelê me vegere warê xwe ji bo xwe malên xwe bax û bistanên xwe ji nude biçînin yên warên wan bi sedama fermanê xerabubin jî bila werin quntarên çiya de ji bo xwe ava bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button