Jinên Şengalê: Zîlan bi çalakiya xwe dinyayê hejand 

Li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî bi sedan kes beşdarî bernameya bîranîna Şehîd Zîlan bûn û ji bo çalakiya azadiyê ya Şehîd Zîlan gotin: ‘’Wê di demeke kurt de xwe nas kir, Serok Apo nas kir, rastiya civakê nas kir. Wê bi çalakiya xwe ya fedayî dinyayê hejand.’’

Di 30’ê Hezîrana 1996’an de li bajarê Dersimê ya Bakurê Kurdistanê gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci, bi navê xwe yê têkoşînê Zîlan, li hemberî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke canbexşane kir û ev çalaki ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê deng veda.

Li Şengalê, di 26. salvegera çalakiya Şehîd Zîlan de, bi pêşengiya TAJÊ merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Bernameya bîranînê li Meclîsa Gel a Şengalê hate lidarxistin û endamên meclîsa gel, PADÊ, tevgera ciwanan, saziya malbatê şehîdan jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn.

Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û ji Desteya Rêvebir a Şengalê Cîhan Celo li ser rastiya Şehîd Zîlan axaftinekê kir. Cîhan Celo destnîşan kir ku bi boneya salvegera şehadeta wê, li seranserê Kurdistanê ji bo Şehîd Zîlan gelek çalakiyên bîranînê têne lidarxistin û got: ‘’Şehîd Zîlan keçeke ji nav civakê bû û kete dîroka azadiyê de. Wê çalakiya fedayî pêk anî.’’

‘Şehîd Zîlan di demeke kurt de xwe û Serok Apo nas kir’

Cîhan Celo bibîrxist ku Şehîd Zîlan di sala 1995’an de tevlî têkoşîna azadiyê, tevlî refên Partiya Karkerên Kurdistanê bûye û li ser têkoşîna wê ev nirxandin kir: ‘’Şehîd Zîlan di demeke kurt de xwe nas kir, Serok Apo nas kir, rastiya civakê nas kir. Ne li ser xwe ne jî li ser civaka xwe bindestiyê qebûl nekir. Hevala Zîlan navê xwe ji komkujiya Geliyê Zîlan rakir. Di wê geliyê de bi hezaran însan hatibûn qetilkirin.’’

‘Bi çalakiya xwe dinyayê hejand’

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêvebir a Şengalê Cîhan Celo, di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser bandora çalakiya Şehîd Zîlan jî û wiha got: ‘’Şehîd Zîlan piştî tevlî tevgera azadiyê bû, di nav salekê de hat wê astê ku çalakiya fedayî bike û dinyayê bihejîne.’’

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan hatibû amadekirin bi baldariyeke mezin hate temaşekirin.

Piştî sînevîzyonê bernameya bîranîna Şehîd Zîlan bi dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button