Pîr Çeko: Dixwazin çekê ji destê Êzidiyan bigirin û fermanê nû bikin!  

Ji fermandariya YBŞ’ê Pîr Çeko bang li civaka Êzidî kir ku ji lîstokên PDK’ê dûr bisekine û hişyariyên girîng kirin: ‘’Dixwazin car din çekê ji destê civaka Êzidî bigirin, ev siyaset xwe teslîmkirin e, dixwazin fermanê nû bikin. PDK xiyaneta xwe nû dike, bila destê xwe ji Şengalê vekişîne û biçe Hewlêr û Amediyê biparêze!’’

Li Şengalê di demên dawî de kes û komên girêdayî PDK’ê dest bi propagandaya reş û şerê taybet kirine û hewl didin civaka Êzidî li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya xweser û bi taybet jî li dijî hêzên parastinê yên Şengalê rakin. Bi taybet piştî şerê 2’yê Gulanê ya li Sinûnê û Dîgurê, PDK ji kampên Başurê Kurdistanê komên taybet birêxistin dike û ji bo aloziyan berdide nav civaka Êzidî.

Derbarê rewş û geşedanên dawî ya li Şengalê û polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê de, ji Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Pîr Çeko civîneke çapemeniyê lidarxist û peyamên girîng dan civaka Êzidî. Pîr Çeko bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî siyaseta PDK’ê hişyar bin û xwe ji lîstokên qirêj dûr bixin. Pîr Çeko her wiha peyam û hişyariyên girîng jî kirin û bang li PDK’ê kir ku destê xwe ji Şengalê vekişîne.

Pîr Çeko di destpêka nirxandinên xwe de destnîşan li krîza siyasî, aborî, civakî û emnî ya li Iraqê kir û got ev rewş bi her awayî rasterast bandora xwe li ser Şengalê jî dike. Pîr Çeko diyar kir ku li Iraqê di hemû aliyan de parçebûn heye û ev jî dibe sedem ku hikumet neyê avakirin, di serî de civaka Êzidî hemû gelên Iraqê bibin qurbaniyên vê parçebûna siyasî.

‘Civaka Êzidî gihiştiye asta xwerêvebirin û xweparastinê’

Pîr Çeko bal kişand ser 2 pirsgirêkên esasî yên civaka Êzidî û ev nirxandin kir: ‘’Yek jê xwerêvebirin, yek jî xweparastin e. Civaka Êzidî di dîrokê de tu carî nikaribû xwe rêvebibe, tu carî nikaribû parastina xwe bike. Roja me ya îro Êzidî êdî gihiştine wê hêzê. Wekî civaka Êzidî xwedî ol û baweriyeke qedîm in û em nikarin rêveberî û parastina xwe teslîmî tu kesî bikin. Emê parastina ola xwe teslîmî tu kesê tirsonek û xiyanetker nekin. Emê çawa bawerî bi wan kesan bînin ku civaka Êzidî di 2014’an de bi DAIŞ’ê re rûbirû hiştin.’’

‘Rêveberiya Êzidiyan wê ji Êzidiyan be’

Ji fermandariya YBŞ’ê Pîr Çeko da zanîn ku ewê tu caran parastin û rêveberiya xwe teslîmî tu kesî nekin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin car din ji hemû cîhanê re bêjin, ji vê û pê ve wê Êzidî xwe rêvebibin, rêveberiya Êzidiyan wê ji Êzidiyan be. Em di vê de qaneh in û emê israr bikin. Eger Şengal û miletê Êzidî teslîmî hêzên din ên siyasî û leşkerî bibe wê encama wê ji 2014’an xirabtir be.’’

Pîr Çeko di nirxandinên xwe de bal kişand ser polîtîkîyaên şerê taybet ku bi destê PDK’ê li Şengalê tê meşandin û ev bang li civaka Êzidî kir: “Pêwîst e gelê me yê Êzidî ji îro û paş ve şiyar be. Em ne wekî 2014’an e ku em nikaribin bersiva dijmin bidin. Îro ji Êzidiyan fermandar derketin, ji Êzidiyan fedayî derketin.’’

‘Dixwazin cardin çekan ji destê civaka Êzidî bigirin!’

 Di demên dawî de PDK bi destê hin komên girêdayî wê, hewl dide civaka Êzidî li dijî hêzên parastinê yên Şengalê rake. Pîr Çeko derbarê vê mijarê de jî ev hişyarî kirin: “Em wekî YBŞ, li ser daxwaza gelê xwe di sala 2020’an de ji gund û bajaran hêza xwe derxistin, me hêza xwe kişand çiya, derdora gundan û ji bo parastina sînor. Îro hinek kes û kom derketine ku ji xwe re dibêjin ‘serbixwe’, ev kesayet nizanin xizmeta çi dikin. Ev ne daxwazên civaka Êzidî ne, ev daxwaza wê siyaseta şaş e ku di 2014’an de çek ji gelê me yê Êzidî birî û nehêşte gelê me şer bike. Ev siyaset e ku îro car din dixwaze sîlehan ji destê gelê me bigire.”

‘Dixwazin fermana 2014’an dubare bikin’

Pîr Çeko her wiha da zanîn ku ew kes û komên ku li Sinûnê li dijî meclîsa gel û asayîşê hewl didin civakê rakin ji aliyê hin aliyê siyasî ve hatine rêxistinkirin û wiha berdewam kir: “Gelê me bila hişyar be û ji van lîstokan dûr be. Di dîroka Êzidiyan de tu car ev hêz çênebûye, îro em dikarin xwe li ser lingan bigirin. Bi vê hêz û berxwedanê em dikarin bersiva her êrîşê bidin. Ev ne daxwazên gelê me ye û lazim e gelê me ji van daxwazan dûr be. Ev dubarekirina fermana 2014’an e. Bila gelê me li ser van tiştan baş bifikire, zarokên xwe ji van lîstikên derxîne.’’

‘Lazim e PDK destê xwe ji Şengalê vekişîne’

 Pîr Çeko di nirxandinên xwe bal kişand ser siyaseta PDK’ê ya li Şengalê, hişyarû û peyamên girîng dan PDK’ê: “Em dizanin PDK roleke xwe ya pir xurt heye di vê planê de, PDK lazim e destê xwe êdî ji Şengalê bikşîne. Ev kesana bi gotinên PDK’ê tevgera wan çêdibe. Lê ev nayê wê wateyê ku gelê Şengalê PDK’ê qebûl dike, ev nayê wê wateyê ku PDK karibe were axa Şengalê

‘PDK bila Hewlêr û Amediyê biparêze’

Pîr Çeko xeteriya siyaseta ku PDK’ê dimeşîne jî wiha şîrove kir: “Gelê me lazim e bizane, ev xwe teslîmkirin e, ev çekên xwe teslîmî dijmin kirin e. Wekî ku dîrok xwe nû dike, PDK rola xwe ya qirêj, xiyaneta xwe nû dike. PDK li ser Şengalê ewqas propaganda, siyaset dimeşîne. PDK dibêje Şengal ne aram e, em vê peyamê didin PDK’ê, bila biçe Hewlêr û Amediyê biparêze. Bila dijmin ji axa xwe derxîne. Axa Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk hatiye kirin.’’

‘Bila herkes ji van lîstokan dûr bisekine’

 Ji fermandariya YBŞ’ê Pîr Çeko di dawiya nirxandinên xwe de peyamên zelal dan mala Barzanî û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Mala Barzanî Êzidî kuştin û firotin, heya vê derê bes e. Wekî MÎT û Parastin hin kesan rêxistin dikin û dişînin Şengalê. Ev peyama me ji bo tevahiya ciwanên Êzidî ku li kampên Başûrê kurdistanê ne, ji vê tiştê hişyar bin. Ev tişt xeter e, xwe firotin e xwe teslîm kirin e. Îro herkesekî ku bixwaze êrîşê ser vê axê bike emê tund bersiv bidin. Bila herkes ji van lîstokan dûr bisekine. Mimkun nîne ew kesên ku van lîstokan dikin werin rehet li Şengalê rûnên û gelê me yê Êzidî wan qebûl bike.’’

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button