Ji serokeşîrên Şengalê Seydo: Wê hesabê kuştina zarok û jinên Êzidî bê pirsîn

Ji serokeşîrên Şengalê Mam Seydo êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê weke êrişên hovane û terorî binav kir û got; “Yên êrîş dikin wê hesabê wê jî bidin, roj wê were wê yek bi yek hesabê kuştina zarok û jinên Êzidî bê pirsîn. Em ti carî dev ji ax û ava xwe bernadin, 74 ferman bi ser me de hat, me serî netewand, emê dîsa serî netewînin. Em bi saya serê gerîla hatin vir.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov êriş dibe ser xelkê Şengalê. Di êrişa herî dawî de zarokek 12 salî li Sinûnê jiyana xwe ji dest da bû û 7 kes jî birîndar bibûn.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker nerazîbûnên serokeşîrên li Şengalê zêde dibe. Serokeşîrê bajarokê Til Îzer ya ser bi Şengalê Mam Seydo derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de ji ajansa me re axivî.

Mam Seydo êrîşên dewleta Tirk wek êrîşên hovane û terorî binav kir û got; “Ti ferqê naxin nava leşkerî û sivîlan de. Dewleta Tirk dewletek faşîste, hema ji berê ve li pey ketiye koka Êzdiyan tine bike. Di dema Hafiz Paşa, Frîg Paşa û çend paşayên din û 5 fermanên mezin hatin serê Şengalê, hatin serê Êzidiyan. Ma wê demê jî YBŞ li wan çiyan hebûn? YBŞ tabûreke û fermî ye. Parastina Êzidiyan dike. Ji bo xwe parastin bi rêka zarokên xwe ye. Ma şerê Frîg’iyan xilas bûye lê dîroka xwe nû dikin, dûbare dikin. Êzidî divê bizanîbin ne tenê 10 salin, bi sedan salin hercar xwestine koka Êzidiyan xilas kin. Berê Êzidî tifaq bûn, pişta hev digirtin. Gundê me yê kevin re digotin Zivingê, dema fermana Frîg Paşa dabû destpêkirin hemû Êzidî di bin darekî li gundê Zivingê hatin gel hev, civiyan û şerê berxwedanî li dijî wan kirin. Ma wê demê jî ev hêza me hebû? Niha jî YBŞ heye, YBŞ jî Fewca 80 ye. Ew jî Heşdî Şabî ve girêdaye û Iraqê ye. Em di wê wateyê de parastina Iraqê jî dikin, parastina gelên din jî dikin, parastina xwe jî dikin.”

‘Wê rojek hesab bidin’

Mam Seydo di dewama axaftina xwe de balkêşa ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Şengal û Iraqê û wiha got; “Hertim ji tere naçe serî ku tu lêbidî, li civakê bidî, li Êzidîyan bidî. Tuyê her hesabê vê bidî. Ti zerer didî xwe jî lê ti nizanî. Wekî din jî tiştek nayê veşartin. Rojekê emê vana hemû di derbarê Tirkiyê de vegerînin hesab pirsînê, emê bînin bîra wan we filan dîrokê zarokên me, jinên me kuştine. Emê hesabê fermana 3 Tebaxê jî bipirsin, madem huquqên dewletan nas nakî her ya xwe bi keyfa xwe dikî tê hesabê wê jî rojekê bidî.”

‘Em serî natewînin’

Seydo got ku ew weke civaka Êzidî ti dem li hemberî zilmê, li hemberî dewleta Tirk û hovîtiya dike serê xwe natewînin û wiha pêde çû; “Di dema Hafiz Paşa de, Frîg Paşa de jî me serî netewand. Gelek ferman bi serê me anîn, qirkirina Êzidiyan dixwazî bikî, em serî danaynin. Ev hêza me jî heye û emê rojekê heyfa xwe ji we bigrin. Dinya dore. Her roja me jî yê bê. Emê ji bo zarokên xwe li berxwe bidin. Alem xwe bêdeng dike, bê ziman dike li hemberî zilma dijî me tê kirin, diviya bû herkes li hember vê zilmê dengê xwe derxistiba. Me serî li ber 74 fermanan netewand, emê ji vir û pêve jî netewînin. Em terka axa û ava xwe nakin.”

‘Kes nikare tilya me bike çavê hevdû de”

Mam Seydo balkêşa ser lîstokên ji bo fitne derxistina nava civaka Êzidî tên kirin kir û got; “Em îro li ser axa xwe rehetin, ewle ne, tifaq û biratî heye. Em bi hevre baş didin û distînin. 7 sale em li virin û me nexweşiyek nedîtiye. Nexweşiya ku çêdibe ji ber lêdana balafirên dewleta Tirk ya dagirker e. Me fam kiriye û em dizanin li pey çine, çawa dixwazin me tine bikin. Em gihiştine wê zanebûnê ku rastî û şaşî çiye. Em ji hev fam dikin. Yek nikare tilya me bike çavê yek din re. Em îro Feqîr, Cîwanebî ne, Simoqî ne, Qîranî me, Heskî me, em hemû hevre ne, em ji hev fam dikin. Divê em tifaqa xwe esas bigrin. Tikes nikare tifaqa me Êzidiyan xirab bike. Ji ber di dema fermanê de tikes negot ew ji Feqîra ye, Simoqî ye, Qîraniya ne. Na, me hemû da ber xwe, ji me hemuyan kuştin, gotin Êzidî û xilas. Wê demê me hemû cardin dît ku em hemû yekin. Em terka hevdû jî nakin. Xelk çi bêje bila bêje em birayê hevin. Li gel me Êzidiyan sê tiştên esasî hene, em hemû Êzidî li çiyayên Şengalê pêk tînin. Ya yekemîn em bûne zikêşê hevdû, ya din em şîn û xemginiya hevdû dikşînin. Em bi vê toqê ve girêdayî ne, em tabiî toqa Siltan Êzidî ne û em terka hevdû nadin. Dilê me her li ser hevdû dişewite. Yên xirab jî dibe hebe, ew jî ji sedî yek e. Em wan jî di nav xwe de dihelînin û nahêlin li pey xirabiya xwe biçin. Êzidî ji sedê 99 yekin, qencin û bi tifaqin. Em hemû bûne yekdest û bo miletê me çi qenc be emê wê bikin.

Ez vekirî dibêjim ku miletê me nas dike ku kî başiya wê dixwaze, kî xirabiya wê dixwaze. Kî zikşewatê wê ye, kî pey qirkirina wan e miletê me hemû dizane. Yên ku pey qewîm kirina bihêzkirina koka Êzdiyatî be ew têne naskirin. Em wana dizanin. Dinya alem dizane em bi saya gerîlayan hatin vir. Hema gerîla bixwe nebin jî fikrê ku dan me bese. Hevalan fikir da me ku em serî li alemê netewînin. Fikrê dibêjin û dane me, me xwe perwerde kir me dît ku jî dîroka me ji bav û kalên me yên kevnar tê ev fikir. Fikrê axa xwe, zimanê xwe, çiyayên xwe parastine ya ku hevalan da ye me û ev fikir di dîroka me de her berxwedaniya me li dijî fermanan, zilmê hate jiyîn ji xwe. 74 ferman rûda me dest nedanî. Me hinek jibîr kirîbû lê fermana dawî hişt em qewîmtir bibin.”

BERÎVAN ŞENGALÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button