Piştî vekişîna Sedir, PDK kete nava liv û tevgerê

Piştî Tevgera Sedir xwe ji proseya siyasî û hevpeymana sê alî vekişand, PDK berê xwe da Bexdayê. Tê payîn şandek PDK’ê ji bo danûstandinên hikumeta nû ya Iraqê biçe Bexdayê.

Di 4’ê Hezîranê de Rêberê Tevgera Sedir ji parlamenterên xwe xwest ku nameya îstifayê binivîsin. Piştî wê bi rojekê hemû parlamenterên Tevgera Sedir nameyên xwe yên îstifayê radestî serokê Parlamentoya Iraqê kirin. Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî îstifaya komî ya hemû parlamenterên Tevgera Sedir ên li Parlamentoya Iraqê, pejirand û îmzekir. Herwiha hevpeyaman di navbera Sedir, Sunî û PDK’ê de jî hilweşiya.

Vekişîna Sedir ya ji proseya siyasî, PDK’ê xist nava liv û tevgerê. Niha Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan di nava hewldanên avakirina hikumetê deye.

Li gorî medya PDK’ê bi femana serokê PDK’ê Mesud Barzanî, bi armanca danûstandinên ji bo hikumeta nû ya Iraqê, lijneyek hatiye avakirin. Di lijneyê de ku Fuad Hisên serokatiya wê dike, Şaxewan Ebdula û Bengîn Rêkanî jî cihê xwe digrin.

Gorî medya PDK’ê wê şandeya PDK’ê îro serdana Bexdayê bike, tê payîn bi aliyên siyasî yên Iraqê ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê bicive.

ROJNEWS

Show More
Back to top button