Di qada şer de şikestin û êrişkirina ser xelkê sivîl

Êrişên dewleta Tirk a dagirerk di 17’ê Nîsana îsal de destpêkirî, bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dike. Di nava du mehên borî de hemû curên çekan li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê ceribandine. Heta çekên kîmyawî yên qedexekirî yên navdewletî jî . Li gorî bîlançoyên HPG’ê ku rojane ji bo raya giştî parve dike, heta niha zêdetirî hezar leşker, çete û cerdevanên dijmin hatine cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker operasyona xwe ya dagirkeriyê bi navê ‘Pence kilît’ bi nav kiriye ku li gorî wan wê bi van êrişan gerîla tine bikin. Weke xwe kirîbîn dawiya dîrok û êdî şoreşa gelekê dawî lê tînin! Li gel ku dijmin ev 40 sale vê propagandayê dike û dibêje, îro yan sibe em ê gerîlayên azadiya Kurdistanê tine bikin! Lê berevajî gerîla her roj bihêztir dibe. Ev jî di qada şerê û cengê 40 salan de ispat kir. Gerîla ku bi fikir, îdeolojiya û siyaseta exlaqî xwe amadekiriye, nemûmkîne ku dijmin û kirêdarên wê bikarin gerîla tine bikin.

Eger Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya NATO û kirêdarên xwe PDK û hevşêwêyên wê nebe, ev demek bû wê tevî vê hemû piştgiriya ji bo dihate kirin bi heman aqûbeta Seddam biçûya. Lê, dîsan derûnasiya şer di destê gerîlayên azadiyê de ye. Ji aliyê din ve dijmin li hemû eniyên şer perîşan kiriye.

Di bingeh de dijmin şikandiye, lê dijmin hemû hewldanê dike ku tenê şkestina xwe qebûl neke. Lewma berdewam bi hevkariya saziyên sîxûriyê MÎT, Parastin û Zanyarî, welatiyên sivîl û bêçek ên ji derveyî qada şer dike hedef. Ev jî ji derveyî hemû exlaqê şer û heta dijminatiyê ye. Li hemû dewr û serdemê de, mirovên bêçek û li derveyî qada şer, li gel kuştin li ser nîne, di heman denê de, beşek ji şer nayê qebûl kirin. Lê, dijminên dagirker ên Kurdan û saziyên sîxûriyê bi kirêkiriyên xwe ewqas ji exlaq û pîvanên mirovatiyê dûr in, bêyî guh bidin ti yasa û pîvanek mirovî û exlaqî êrişî sivîlan dike. Zarokên Êzidî û rojnamegerên li Şengalê çi derveyî Kurdbûnê û Êzidîtiyê ti sûcê wan hene ku dixwazin serbilindî bijîn. Ma wê rêveber û pêşengên Xwerêberiya Demokratîk a Rojava Şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî çi sûcek hebin ku ji bo erkekî taybet tên Başûr û serdana dost û nasên xwe yên li Germiyan dikin, dibin hedefa êrişên balafirên bêmirov û bi sedan kîlometre dûrî eniya şer, di bin hedef û şehîd dibin?

Dewleta Tirk a dagirker, ewqas bi destê şoreşgerên Kurdistanê û gerîlayên qehreman zirav qetayî bûne, lewma dar û berên vî welatî, lê bûne gerîla û PKK. Helbest her Kurdekî wêrek, dilsoz, welatparêz û neteweyî, demokrat û xwendî pîvam û perensîb xwe bi xwe gerîla û PKK ye û li eniyê li dijî dagirkeriyê ye, çi li Kurdistanê be, çi jî derveyî welat be.

Şehîd Fermad Dêrik ê weke rêveberê şoreşa demokratîk û azadî ya Rojava, di heman demê de kesekî gaziyê têkoşiya azadiyê, ji malbatek welatparêz û xwendî çend şehîdan û şoreşger, hemû jiyana xwe bêyî beramber pêşkêşî welat kirîbû. Ti rojekî bi qasî zereyekê daxwazek wî ya kesî û malbatî nebû. Berevajî berdewam bi ruh û giya mal û canê xwe pêşkêşî şoreşa Kurdistanê kirine, lewma êriş li dijî pêk hat.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê mil bi milê xelkê Bakur û Başûrê Kurdistanê sedsaleke li hemberî dagirkeriya li Bakur û Başûr rawestiyane. Bi taybet xelkê Dêrka Hemko û herêma Cizirê ya Rojava, bi destpêkirina tevgera PKK’ê re, bi hemnû awayekê alîkarî pêşkêş kirine û bi sedan şehîd dane. Lê, mixabin, îro PDK wê xizmedta ku xelkê bajar û xizmên şehîd Ferhad pêşkêşî wan kiriye, nabîne, berevajî sîxûrên PDK’ê hevbeş li gel MÎT’a Tirk şev û roj xwe xistine ser hev ji bo nêçîra şoreşger, welatparêz û azadîxwazên weke Heval Ferhad û hevalên din.

Saziya sîxûrî ya Parastin û Zanyarî (Ejî)  ti peywendiya wan bi xizmeta xelkê Kurdistanê ve nemaye. Berevajî ev çar sal in bûne beşek ji êrişên ku MÎT’a li hemberî şoreşger, welatparêzên Kurdistanê destpêkiriye. Lewma pêwîste xelkê Kurdistanê yên li gel van saziyan kar dikin ji xwe şerm bikin. Di heman demê de pêwîste yên li van saziyan kar dikin, weke şirîkê saziya sîxûriyê ya MÎT’ê were dîtin û nabe cihê wan di nava xelkê Kurdistanê de hebe. Ji ber ku dijmin di eniya şer de şikestiye.

Ji berî ku pirsa, navenda rabûna balafirên dron li kûderê ye? Divê pirsyara vê yekê bikin ka çawa kesên xwe ji saziyên sîxûriyê dûr bigirin, heta kesên me di nava sîxûriyê de bin, wê rayên dijmin neyên birîn. Ji bo birîna rayên dijmin ên hundirîn, pêwîste rayên wan saziyên sîxûrî yên MÎT-Parstin û Zanyarî Ejî di nava xwe de bibîrîn.

Saziyên ragihandina PDK’ê weke beşek ji aqilê wê saziya sîxûriyê siyaseta weşan û belavkirinê dike. Lewma ewan jî bûne beşek j saziyên şerê taybet û sîxûrkirina li ser kesên şoreşger û welatparêz, lewma gelek kes pirsyar dikin, ew sîxûr kîne ku nûçeyên şoreşgeran û welatparêzan didin? Bêguman divê bizanîbîn li gel van saziyên sîxûriyê, di heman demê de saziyên ragihandina PDK’ê bêyî cudahî ye.

Di 50 saliya temenê şoreşa azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê û Rêber Apo de, tiştek hate ispatkirin, her çiqas êriş zêde bin, heta xwîn zêdetir birijî, (ku em naxwazin ji vê zêdetir xwîn birije) wê têkoşîn her bi hêztir bibe. Weke vê gotina ku tê gotin; PKK weke polaye, heta çiqas xwînê bide, bihêztir dibe. Divê tirsa me ji qurbanîdanê nebe. Tirsonekiya dijmin jî bi qehremanî nebînin. Tişta ku pêwîste, di şehîdbûna her şoreşgerek û gerîlayê de fam bikin, ewe ku çawa zêdetir girêdayî rêbaza şehîdan bîn û çawa zêdetir xizmetê bi pîvan û prensîba wan bikîne. Çawa bibin yek beden û aliyek, ji bo êrişên dijmin bişkênin. Ji aliyek din cih û hebûna saziyên sîxûriyê û şîrên wan bêbandor bikin.

RONEWS-GENCO JÎNDA

Show More
Back to top button