Li Şengalê pêla nû ya êrîşan û şerê taybet ê PDK’ê

Piştî berxwedana Dîgurê, dewleta tirk û PDK ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser dest bi planeke nû ya êrîşan û şerê taybet kirin. Ji bo ev pêla êrîşan were şikandin lazim e Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî civaka Êzidî têkoşîneke xurt û berfireh li hemberî polîtîkayên şerê taybet bide destpêkirin.

Ji fermana 2014’an heya niha êrîşên li ser Şengalê bênavber berdewam dikin û niha planeke nû ya êrîşan di meriyetê de ye. Ev êrîşên ku 8 sal in berdewam dikin, di dîroka Êzidiyan de plana fermanê ya herî demdirêj û herî xeter e. Êrîşa dawî ya li ser Şengalê ku Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanekê hatin bombebarankirin, merheleyeke nû ya plana tasfîyekirina Şengalê ye û lazim e wekî êrîşeke rutîn neyê nirxandin. Armanca vê êrîşa dawî çi ye, zemîna vê êrîşê çawa hate avakirin, beriya êrîşê û piştî êrîşê kê ket nav liv û tevgerên provokatîf lazim e yek bi yek werin nirxandin.

Li Şengalê her ku planeke tasfiyekirinê ketiye meriyetê berxwedana gel jî pêş ketiye û ji bo berxwedan bişkê car din planeke nû ketiye meriyetê. Herî dawî di 2020’an de li dijî Peymana 9’ê Cotmehê berxwedana gel pêş ket, piştî vê berxwedanê pêşengên wekî seîd Hesen û Dijwar Feqîr hatin şehîdxistin, Nexweşxaneya Sikêniyê û Meclîsa Gel a Xanesorê hatin bombebaran kirin. Li ber van êrîşan jî civaka Êzidî neşikest vê carê ji destpêka sala 2022’an ve, artêşa Iraqê dest bi dorpêçkirin û êrîşên Şengalê kir. Pêla êrîşên bi destê artêşa Iraqê jî bi berxwedana Sinûnê û Dîgurê ya 2’ê Gulana 2022’an şikest û artêşa Iraqê paş ve kişiya. Niha jî, piştî berxwedana Dîgurê planeke nû ya êrîşê di meriyete de ye.

Di nav van 8 salên dawî de ji DAIŞ’ê heya dewleta tirk, PDK û artêşa Iraqê hemû hêz êrîşê Şengalê kirin lê bê encam man. Niha ev hêzên qirker, ji bo îradeya Şengalê bişkînin biryar dane ku di hemû qadên jiyanê de êrîşê gel bikin. Ango wekî fermana 2014’an, êdî li her derê û her endamek civaka Êzidî hedefê êrîşan e. Ji nexweşxaneyan heya meclîsên gel û dikanan, ji zarokan heya dayikan hemû Êzidiyên welatparêz armanca van êrîşan e.

Artêşa Iraqê vekişiya, artêşa tirk kete dewrê

Nexwe amadekariyên vê êrîşa dawî çawa hatin kirin, kîjan hêz çi dixwaze lazim e careke din were nirxandin. Ya yekem, bi taybet piştî Peymana 9’ê Cotmehê hikumeta Kazimî û artêşa Iraqê her carê bi dewleta tirk gef li Şengalê dixwarin û digotin ‘Eger hun Rêveberiya Xweser belav nekin û Şengalê teslîmî me nekin, ewê dewleta tirk êrîşê Şengalê bike.’ Ev siyaseteke pir qirêj e ku hê jî tê meşandin. Xuya ye piştî berxwedana Dîgurê ya 2’ê Gulanê, hikumeta Kazimî bi her awayî rê li ber êrîşên nû vekiriye û dixwaze bi vî awayî heyfa berxwedana Dîgurê ji Şengalê hilîne. Beriya vê êrîşê bi çend rojan, Kazimî di civîna Meclîsa Wezîran de ragihandibû ku ewê ji bo ewlehiya Şengalê 1.5 milyar dînar terxan bikin, polîsê federal xurt bikin. Hê gotinê Kazimî sar nebû, Sinûnê rastî êrîşê hat.

Ya duyemîn, PDK bi salan e dike û nake nikare îradeya civaka Êzidî bişkîne. Dezgeha Parastinê ya istixbarata PDK’ê bi salan e ku hevkariya MÎT’a tirk dike. Ji şehadeta Ş.Zerdeşt heya Dijwar Feqîr, PDK şîrîkê hemû êrîşan e. Herî dawî jî, ji destpêka salê ve ye PDK ji bo artêşa Iraqê bajo ser Şengalê her tiştî kir. Piştî şerê Dîgurê sekini PDK ji bo şer bide destpêkirin çi nema ku nekir. Ku ev jî biserneket dest bi polîtîkayên şerê taybet kir, xwest Êzidî car din terka Şengalê bikin. Ji bo gel li dijî Rêveberiya Xweser rake bi hin komên kirêkirî çendîn provokasyon pêş xistin.

MÎT û Parastin li Hewlêrê plansaziya êrîşê kirin

Xuya ye ev hemû hewldan li gor dilê wan encam nedaye ku vê carê êrîşa Sinûnê plan kirin. Em dibêjin plan, ji ber ku gelek detayên beriya êrîşê û piştî êrîşê hene ku vê yeke îsbat dike. Li gor hin çavkaniyên jêbawer, beriya êrîşa Sinûnê li Hewlêrê Dezgeha Parastin a PDK’ê û MÎT’a tirk kom dibin û rewşa dawî ya li Şengalê dinirxînin. Hin kesên Şengalî ku girêdayî PDK’ê ne jî tevlî vê civînê dibin. Êrîşa Sinûnê bi hemû ziraviyên xwe ve di vê civînê de têne plankirin. Ne tenê plansaziya êrîşê, provokasyonên piştî êrîşê jî dibe rojev û hin kes ji bo derxistina aloziyan têne erkdarkirin.

Komên girêdayî PDK’ê, Sinûnê kirine navend

Jixwe di nav toz û dûxana bomberanê de, komên girêdayî PDK’ê bere xwe dan Asayîşa Êzîdxanê ya Sinûnê û hewl dan aloziyan derxin. Ev kom, yekser bi êrîşê re ketin nav tevgerê û xwestin gelê Sinûnê li hemberî asayîşê û saziyên Rêveberiya Xweser rakin. Armanca êrîşa dawî bi vê tevgerê re baştir zelal û xuyabû. Wê dewleta tirk bombebaran bike û komên girêdayî PDK’ê jî wê dest bi provokasyonan bikin. Li şûna ku ji dewleta tirk, hikumeta Kazimî û PDK’ê hesabê êrîşan bixwazin, wê hêrsa gel ber bi saziyên gel ve biherikînin. Siyaseta PDK’ê eger bi zimanê gel were gotin, siyaseta ‘Diz xwediyê malê girt’ e. Ev komên bi PDK’ê ve ji berxwedana Dîgurê heya niha bi taybet Sinûnê ji xwe re kirine navend. Ev êrîşa dawî ji ber vê yekê li Sinûnê pêk hat, ew dikana zarok tê de bi zanebûn hedef hate girtin da ku bertekên gel bilind bikin û bi provokasyonan berê gel bidin saziyên gel.

MÎT û PDK gefa mirinê li Şengaliyan dixwin

Hemû êrîşên li ser Şengalê heya niha li ber berxwedana gel pûç bûn. Dewleta tirk jî, PDK jî, Kazimî jî vê rastiyê baş dizanin. Ji ber vê ye ku niha pêleke nû ya êrîşê li ser Şengalê hatiye destpêkirin. Heya niha dixwestin pêşengên civakê tasfiye bikin û gel ji pergala Rêveberiya Xweser dûr bixin. Lê niha, li gel vê armanca sereke wê rasterast civakê hedef bigirin û pey re jî ji bo di nav civaka Êzidî de tevlihevî, parçebûn û pevçûn çebin wê serî li provokasyonan bidin. Jixwe di demên dawî de MÎT û PDK bi hev re bi rêya telefonan li endam û rêvebirên saziyên Rêveberiya Xweser digerin, sîxurtiyê li wan ferz dikin û eger bersiv ne bi dilê wan be jî, gefa mirinê dixwin.

Xuya ye êrîşa Sinûnê destpêka plansaziyeke nû ye ku piştî berxwedana Dîgurê bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê, her wiha bi agahdariya hikumeta Kazimî hatiye amadekirin. Kazimî li bendê ye ku Şengal ji tirsa Osmaniya Nû teslîmê wî bibe, PDK li bende ye ku civaka Êzidî dest ji jiyana azad berde û vegere rojên berê. Hedefa dewleta tirk mezintir e ku amadekariya dagirkirina ji Şengal heya Mûsilê dike.

Li hemberî şerê taybet têkoşîna civakî

Civaka Êzidî di dîroka xwe de ferman, talan, kuştin û koçberiyê baş naskirine lê lazim e polîtîkayên şerê taybet baştir nas bike. Dixwazin yekîtî û tifaqa Êzidiyan parçe bike, nexwe ewê civaka Êzidî tifaqa xwe ava bike. Dixwazin Êzidiyan ji Şengalê koçber bikin, li hemberî vê wê Êzidî ji her deme zêdetir bi axa xwe ve werin girêdan. Dixwazin civaka Êzidî ji jiyana azad dûr bixin, civaka Êzidî wê azadiyê li ser her tiştî bigire û venegere pergala desthilatdarî û koletiyê. Êzidî di qada şer û berxwedanê de naşkên lê lazim e di qada şerê taybet de jî neşkên. Eger polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê baş were teşhîrkirin û pûçkirin, wê pêla dawî ya êrîşan jî bişkê. Ji ber vê, zanebûn û hişyariyeke cidî ji bo civaka Êzidî pêwîst e û lazim e Rêveberiya Xweser a Şengalê jî beriya her tiştî têkoşîneke xurt û berfireh li hemberî polîtîkayên şerê taybet bide destpêkirin.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button