Dayikên Êzidî pêşengiya civakî dikin

Jinên Êzidî yên ku di dîrokê de di warê olî, çand û şeran de pêşengtî kirin, niha jî ji bo debara malbatê di warê civakî de jî pêşengtiyê dikin û rê li ber belavbûna malbatê digirin.

Di dîroka civaka Êzidî de gelek dayikên navdar pêşengtî ji şer û berxwedaniyên mezin kirin û pê re jî civak li ser xwe maye. Di ola Êzidiyan de jî gelek jinan pêşengtî kirine. Yek ji qada ku dayikên Êzidî kedeke mezin didin, di nav malbatê de ye lê mixabin ev ked nayê dîtin. Di nava civaka Êzidî de tê gotin ‘Heke jin tunebe, mal ava nabe’. Îro jî dayik dikarin endamên malbatê li dora xwe kom bikin û ji wan re pêşengtiyê bikin. Di heman demê de ji bo debara jiyanê jî dayik pêşengtiyê dikin û endamên malbatê çalak dikin.

Dayika bi navê Henîfa Eliyas jî nehiyeya Sinûnê ye û ji bo debara malbat û zarokên xwe li Komalgeha Guhbel kar dike. Dayika Henîfa ji ber temenê xwe nikare wekî ciwanan kar bike lê ew ji malbata xwe re bûye stûn û karên malê bi rê ve dibe. Dayika Henîfa dibêje “Em tevî zarokên xwe ji bo debara jiyana xwe hatine vir û pê re jî karê çandiniyê dikin. Pezê me jî heye lê ji ber ku çêre tune, em pezê xwe li malê xwedî dikin. Îsal ji ber hişkesaliyê baran nebariya û zehmetî kişand. 60, 70 pezê me hene lê şîrê wan gelekî kêm e. Me ceh û genim jî ajotiye lê ji ber hişkesaliyê em xesirîne. Me beriya çend rojan cehê xwe rakir lê genim hê maye.”

Dayika Henîfa dibêje “Me xiyar, bacan û gelek tiştên din ji bo firotinê çandin. Heta ku em van berheman rakin û bifiroşin gelek mesref jê re hewce ye. Ji ber ku hikumet jî alîkariyê nade me.”

Dayika Gulê jî li nêzî gundê Bekira tevî malbata xwe karê rez û baxçeyan dike û dibêje “Me di emrê xwe de gelek kar kirine, em a niha jî tevî zarokên xwe di nav baxçeyan de digerin û em dixwazin hêzên bidin wan. Nexweşiyên min hene û temenê min mezin e. Lê tişta ku ji destê min tê, ez alîkariyê didim zarokên xwe. Dema em li vir bin ew jî kêfxweş dibin û em bi hev re di nav baxçe de kar dikin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ŞENGAL-ANF

 

Show More
Back to top button