Li Şengalê qeza trafîkê: 4 kes mirin

Li Şengalê di di navbera wesayîtek leşkerên Iraqê û wesayîtek sivîlan de qezaya trafîkê rûda. Di encama qezayê de jin û zilamek, li gel du leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser rêya  gundê Hemedan û Şengalê wesayîtek leşkerî a Iraqê li wesayîtek sivîlan qelibî. Di encama qezayê de jin û zilamek li gel du leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Cenaze rakirin nexweşxaneya Şengalê.

Roja 16’ê Çile 2022’an jî di navbera nahiya Sinûnê û Xanesorê de servîsa xwendekaran û tankerek avê ya artêşa Iraqê li hev qelibî bû. Di encama qezayê de yek jê şofêrê servîsa xwendekaran û yek jê xwendekar 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes jî bi birîndar bibûn.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button