Di êzîdxanê de bihara jinan

Hikûmeta Kazimî ku bi dewleta Tirk a qirker û PDK’a xayîn re ji bo fermana Êzidxanê temam bike li hev kir, dema ku hêzên artêşa wê li ser civaka Êzidî hatin çewisandin, careke din rastî berxwedana Êzidiyan hat. Çarçoveya wêneyê du dayikan ku di çapemeniyê de di berxwedana gel de cih girt, bala gel dikşîne. Yek ji wan kevir, yê din jî çekê digre û cihê xwe di çeperên berxwedanê yên Sinonê û Dugorê yên YBŞ’ê û asayîşa giştî ya hêzên xweparastinê yên Êzidiyan de digire. Wateya van helwestên dayikên Êzidî çi ye, divê baş were xwendin. Ruhê berxwedanê, hişmendî û vîna jinên Êzidî ku di van her du kesayetên sereke de tê dîtin, ji ku tê? Bi giştî tê gotin ku çanda baviksalarî, desthilatdarî di civaka Êzidî de bi bandor e. Di hemû aliyên qada civakî de mijara zilam û rola serdest lîstiye, jin jî bi vî rengî bi hêza zilam dihate birêvebirin û hewl dida bê aşitîkirin.Tê zanîn ku ev rewşa giran a feodal heta serdema fermana 2014’an berdewam kir. Lê di pêvajoya fermanan de guhertinên civakî yên girîng pêk hatin, gerîlayên PKK’ê ji bo Êzidiyan ji bin destê fermanan rizgar bikin derketin qadan. Êzidiyan bi saya gerîla fersend dîtin ku fikrên Rêber Apo baştir nas bikin. Jinên Êzidî yên ku li dora fikrên azadiya jinê hatin cem hev, bi perwerdekirina xwe hişyar bûn. Dest bi belavkirina vê ramana azadîxwaz li hemû civakê kirin û li ser vê bingehê bi lez civakê birêxistin kirin. Çawa ku li ser vê bingehê hatin birêxistinkirin, di heman demê de dem bi kêlî guhertinên civakî, veguhertin û demokratîkbûnê jî jiyan kirin. Ji ber ku jin di vê guhertin û demokratîkbûna civaka Êzidî de rol û mîsyoneke girîng girtiye ser xwe, jinên Êzidî bûne pêşengiya guhertin û veguhertina civakê. Ji ber vê yekê jinan di hemû qadên jiyana civakî de dest bi nîşandana rengê xwe kir.Ger jinên Êzidî yên ku ji destê çeteyên Fermande Daiş birevin û dîl hatin girtin, li hemberî dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê ya xayîn û hikûmeta Kazimî ya bi wan re hevkar in, di asteke wiha ya berxwedanê de bin, hişyarî, wêrekî û ruhê felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ye, ev rastiyek e. Bêyî fikir, felsefe û îdeolojiya Rêber Apo berxwedan û rêxistinbûneke bi vî rengî çênabe. Jinên Êzidî her ku diçe zêdetir bi vê rastiyê dihesin;  Ger li ser paradîgmaya Rêber Apo xwe perwerde nekin û bi rêxistin nekin û li ber xwe nedin, wê weke civak ji aliyê hêzên qirker û xayin ve bên tinekirin. Di vê hişmendiya kûr de dibînin ku yekane rêya hem weke civakbûnê û hem jî ji bo azadbûna jinê ev e. Ya ku jin di refên herî pêş ên têkoşîna civakî de cih digire ev e û bi kevir di destê wan de bê tirs li wesayîtên zirxî bigerin û li çeperan bi hêza xwe ya parastinê heta mirinê li ber xwe bidin. Berxwedana azadiya jinên Êzidî ne tenê li dijî qirkeran, li dijî zîhniyet û çanda baviksalarî, desthilatdar, demokrasî û azadiyan e. Ev berxwedana bi rûmet jî îspat dike ku jinên Êzidî wê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bernedin, bedelên giran jî bidin. Wan gelek caran nîşan dane ku di vî warî de pir azwer û bi biryar in. Helbet têkoşîna wan tenê bi civaka Êzidî re sînordar namîne, wê bandoreke mezin li ser tevahiya Kurdistanê û di dawiyê de jî li Iraqê bike. Di vê yekê de guman tune. Ev helwestên dayikên ku amadene kevirê li dijmin bavêjin û di berxwedana xwerêveberiyê de bi çeka di destên xwe de li bendê ne, îspata wê ya ku jinên Êzidî ji niha û pê de wê bikin. Jinên Êzidî bihara azadiyê dijîn. Em pîroz dikin!

SEID ZEKÎ

Show More
Back to top button