Şêniyên Sinûnê xwestin artêşa Iraqê ji nava wan derkeve  

Çalakiya ciwanên Şengalê ya li dijî hebûna artêşê ya di nava gund û navçeyên Şengalê de berdewame. Çalakvanan xwestin artêş ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê  derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

Piştî êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê destpêkir û zextên PDK ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê zêde bûn, ciwanên Şengalê çalakiyên xwe dijî hebûna artêşa Iraqê ya di nav gûnd û bajaran de berdewam dikin.

Ciwan îro jî li nahiya Sinûnê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Çalakiya ciwanên li Çarxerêya Şehîd Mam Zekî Şengalî pêkhat.

Çalakvanan bi pankart û dirûşman xwestin artêş ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê  derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button