PDK niha jî li Şengalê li pey provakasyonên nû ye!

Li Şengalê hewldanên PDK’ê yên provokatîf li pey hev tên. Piştî ku plana PDK’ê ya koçberiyê têk çû, niha jî PDK bi destê parlamenterê xwe Mihemed Xelîl dixwaze hin alîgirên PDK’ê li hemberî Asayîşa Êzîdxanê rake.

Li Şengalê piştî ku şer û pevçûnên bi piştgiriya PDK-Tirkiyeyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên parastinê yên Şengalê de sekinîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hevdîtin berdewam dikin. Lê niha jî PDK’ê bi hemû rê û rêbazan dest bi şerê taybet kiriye.

Di destpêka aloziya li Şengalê de, PDK’ê hewl da zemîna şer û pevçûnan ava bike û bangawaziya êrîşê li artêşa Iraqê kir. Piştî ku ev hewldan encam negirtin vê carê di nav gel de tirs û xof belavkir û xwest Şengalê wekî fermana 2014’an carek din vala bike. Lê ev plan jî têk çû û PDK’ê destûr neda ku malbatên ku çûne kampan car din vegerin Şengalê.

Piştî van hewldanên provokatîf, PDK vê carê jî dixwaze bi destê alîgirên xwe li hemberî Asayîşa Êzîdxanê bertek birêxistin bike. Di rastiyê de xelkê Şengalê ev çend roj in li ser piyan e û dixwaze artêşa Iraqê tevî çekên xwe yên giran ji nav gund û bajaran derkeve. Xelkê Şengalê bang li hemû aliyan dike ku li Şengalê şer û pevçûn pêşnekevin.

Mihemed Xelîl ketiye dewrê

Lê PDK hewl dide vê helwesta gel a li hemberî êrîş û polîtîkayên şer, li dijî Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê birêxistin bike. Bi taybet parlamenterê PDK’ê Mihemed Xelîl ku di dema fermanê de Qeymeqamê Şengalê bû, bi rêya alîgirên xwe hewl dide ku li hemberî Asayîşa Êzîdxanê provokasyonan pêş bixe.

Bi taybet jî li xeta komelgeha Dugurê ku malbata Mihemed Xelîl jî li wir e, komek alîgirên PDK’ê ketine nav tevgerê û di bin navê bertekên gel de dixwazin nakokî di navbera gel û Asayîşa Êzîdxanê de derxin.

Hedefa PDK’ê Asayîşa Êzîdxanê ye

Hate zanîn ku Mihemed Xelîl ji bo van hewldanên provakatîf berdewam bike û belav bibe, dixwaze berê alîgirên xwe bide Sinûnê û Xanesorê jî.

Li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê, Asayîşa Êzîdxanê ji bo rê li ber armanc û hedefên PDK’ê bigire bi baldarî û berpirsyarî tevdigere û heya niha rê nedaye ku provokasyonek rûbide.

 

Show More
Back to top button