Welatiyên Şengalê di dijî artêşa Iraqê çalakî kirin
Li nehiya Sinûnê û Komelgeha Dugurê sedan welatiyên Şengalê li dijî hebûna artêşa Iraqê ya li qadê çalakî kirin û diyar kirin ku wê rê nedin ti hêzek îradeya welatiyên Şengalê bişkêne.
Li nehiya Sinûnê û Komelgeha Dugurê îro bi sedan ciwanên Êzidî û welatî rabûn ser piyan û li dijî hebûna hêzên artêşa Iraqê ya di nava bajaran de çalakî kirin. Di serî de çalakvanên li Komelgeha Dugurê rêye serek ku derbasî Sinûnê dibû girtin û li derdora hêzên artêşa Iraqê ku li herêmê bûn kombûn û xwestin ev hêz ji herêmê derkevin.
Herwiha li nehiya Sinûnê jî li çerxerya Mam Zekî beşekî xelkê kombûn û nerazîbûna xwe li dijî hebûna hêzên Iraqê ya li nava nehiyê de anîn ziman.
Çalakvana bi navê Şêrîn Şivan da diyar kirin ku hêzekî mezin a artêşê di nava malan de belav bûye, tang û topên xwe di nava sivîlan de bicih dikin, ev jî dibe sedem ku welatî bitirsin û rewşa ewlehiya herêmê dikin metirsiyê û got: “Em wek gel me peyama xwe da te YBŞ’ê jî û wan ji me re diyar kir ku biryara me ya gele û gelê me çi bixwaze emê wê bikin. Em ji Iraqê dixwazin hêzên xwe ji herêmê derxin, ji ber em wek Êzidî emê qebûl nekin tu hêz îradeya civaka me bişkêne.”
Ji Oldarên Êzidiyan Faxir Xelef jî da diyar kirin ku mafê gele rabin ser xwe û li dijî her hezekê derkevin ku dibe sedema xerabkirina ewlehiya herêmê û got: “Em ji herdu aliyan dixwazin ku pirsgirêkên hene bi diyalogê çareser bikin û careke din şer li Şengalê rû nede.”
Rêveberê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî got : “Daxwazê gelê me rewane, em û tevahiya Êzidiyan li dijî şerin. Lê em dizanin destên derve dixwazin ewlehiya Şengalê xirabikin. Eger aliyên derve biryara li ser Şengalê nedin, wê rewşa Şengalê aram be. Lê eger Iraq biryara xwe ji aliyên derve bigire ewê her ev alozî li herêmê dewam bikin.”
ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ