YBŞ: Em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku ji bo çaresekirina pirsgirêka li Şengalê diyalog û demokrasiyê bingeh digirin û got: ” Ev hewildanên  Kazimî û hikûmete wî rê lê pêşiya dagirkirina xaka Iraqê vedike, pêwîst e gelên me yê Iraqî tevahî di zanabûna vê de bin û xwedî helwest bin. Emê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin.”

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: ”Emê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin û di encama wê de çî dibe bila bibe, di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike emê bikin û em gav paşde navêjîn.”

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye: ”Ev demek bû hûkûmeta Kazimî dixwast bi helwesteke ku xizmeta Irak neke ve êrîşê me û gelê me bike. Lê belê her carê bi xwînsariyeke mezin ve me rê ne da ku rewşeke cûda rû bide û em bi hesasiyetek mezîn nêz dibûn.

Li dema ku em wek hêz û gel me amadekariya cejna xwe ya serê sala dikirin, ji bo bi hevre pîroz bikin de, di heman demê de di 17’ê Nîsanê de ji alayê hikûmeta Kazimî ve êrişî ser noqteyeke asayîşa Êzîdxanê hat kirin û ji bo ku pirsgirêk mezin nebe û armanca van nêzîkatiyan were fêhm kirin, me hewildanek mezin da û me xwest em çareser bikin, lê mixabin di heman şevê de êriş birin ser cîhên me û xwastin bi vê êrişa xwe ve hemû destkeftîyên me, hêzên me, gelê me û tevahiya nirxên me bin pê bikin û tesfiye bikin. Li vê derê jî gelê me bi heza xwe ve berxwedaniyeke mezin raberkirin û bi nêzîkatiyeke ku rewş mezin nebe ve em carek din ketin nav tevgerê. Li hemberî vê rewşê em mecbûr man ku xwe û gelê xwe biparêzîn. Piştî vîna rûxmê sê hevdîtinan hikûmeta Kazimî nêzîkatiyên xwe yê tûnekirinê ne gûhert û hêzek pir mezin ku ji top, tang û her cûre çekên mezin pêk dihat derbasî xeta şemal kir, ji bo êrişê xwe dewam bikin, hêzên me bi armanca ku pêşiya şer bigre û ew hêz derbasî nav gel nebe bi ser noqtê me de neyên, mecbur man rêka qût bikin, lê carak din bi top, tang û her cûra silahên mezin ve êriş li ser hêzên me û gelê me yê sivîl kirin.

Ev êrîşanê hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk ya dagirker û bi sorkirina PDK ê ve bi destê Qayît Emelîyatê Mûsul pêk aniye. Yanî hikûmeta Kazimî van fermanan yekser ji dewleta Tirk ya qirker û dagirker û îxanetkarên weke PDK digire û xwestekên wan pêk tîne. Em dûbara dibêjin mûşkila Şengal ne leşkerî ye, lê belê siyasî ye. Ev hewildanên  Kazimî û hikûmete wî rê lê pêşiya dagirkirina xaka Iraqê vedike, pêwîst e gelên me yê Iraqî tevahî di zanabûna vê de bin û xwedî helwest bin.

Hewildanên bê çek hiştina Êzidiyan û tine kirina hêzên wan di demekî ku Iraq di krîzên siyasî û civakî re derbas dibe de ji aliyekî ve belavbûna îdeolojî û hizrên radîkal yên ku xeteriya herî mezin a li ser kêmnetewa û taybet me Êzidiyan de, rê vekirina li pêşî û dûbarakirina senaryoya 2014’an e.

Em wek civaka Êzidî di dirêjaha dîroka xwede rastî gelek fermanan hatîna û sedemê herî mezin jî ewbû ku em ne xwedî hêzeke xweparastinê bûn ,bitaybet dema ku 2014 de em bitinê hatîn hiştin ji mafê meye em di asta siyasî û leşkerî de xwe rêxistin bikin û biparêzin ,ji bo wê emê tu carî xwe bê parastin nehêlin  û em van hawildan û nêzkatyê bi vî rengî bi ti awayê qebûl nakin.

Hevalekî me şehîd bû

Di encama vê şerê de windahiyên me herdû aliyan çêbûn. Hevrêyekî me şehîd ket û sê birîndarî me çêbûn ji wana yek jî sivîl bû .

Em dîsa jî didin diyarkirin ku em pirsgirêkan bi rêbazê diyalog û demokratîk çareserkirinê esas digrin û alîgirê vî ne. Em ne li dijî artêşa Iraqê ne, lê em li dijî siyaseta tinekirin û  bikar anîna artêşê ji bo berjewendî yên hin aliyên derve û hindir in. Lê dîsa jî emê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin û di encama wê de çî dibe bila bibe, di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike emê bikin û em gav paşde navêjîn.

’Divê gelê me rê nede serkeftina plan û komployê ku tinekirina me armanc dike’

Li ser vî esasî divê gelê me jî li gel hêza xwe ya parastinê berxwedaniya xwe xurt bike û têkoşîna xwe bilind bike û divê gelê me rê nede serkeftina plan û komployê ku tinekirina me armanc dikero

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

 

Show More
Back to top button