Êrişên li ser Şengalê qonaxeke nû ya Peymana 9’ê Cotmehê ye

Êrişên dawî yên li Şengalê ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê ye û bi polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê ve girêdayî ye. Heya ev plana şer û tasfiyeyê neyê şikestin xeteriya êrişên li ser Şengalê berdewam e.

Li Şengalê ev 2 hefte ye ku rewşa awarte heye û carna ev rewş digihe asta şer û pevçûnên giran carna jî bi hin hevdîtin û diyalogan pevçûn disekine. Niha gelek hêz û alî rewşa Şengalê li gor xwe dinirxînin, agahiyên rast û derew bi zanebûn tevlihev dikin. Ji ber vê lazim e pêşketinên dawî em bi kurtî bibîrxin.

Destpêka vê aloziya dawî 18’ê Nîsanê ye ku artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî hêzeke mezin derbasî komelgeha Dîgurê kir û xwest Asayîşa Êzîdxanê dest ji noqteyên xwe berde. Di encama dorpêçkirin û êrişên artêşê de şer û pevçûn derket, ev pevçûn li deverên cûda yên Şengalê belav bû. Wate, aloziya dawî ya li Şengalê bi êrîşa li ser Asayîşa Êzîdxanê destpêkir. Mijara Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên esasî ya Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, PDK û hikumeta Kazimî de ye. Ya din jî, rojek beriya van êrişan dewleta Tirk a dagirker li hemberî qadên gerîla dest bi tevgereke nû ya dagirkirinê kiribû.

Li hemberî polîtîkaya dorpêçkirin û teslîmgirtinê, hêzên parastina Şengalê li ber xwe dan û şer di 18 û 19’ê Nîsanê de berdewam kir. Piştî ku xeteriya şerekî berfireh û demdirêj derkete holê hin alî ketin nav tevgerê û hewl dan zemîna diyalog û hevdîtinan ava bikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê jî rê li ber van hevdîtinan vekirin û ji 20’ê Nîsanê pê ve pêvajoya diyalog û hevdîtinan destpêkir. Di vê çarçoweyê de hem li Bexdayê hem jî li Şengalê çend hevdîtin hatin kirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî di 24’ê Nîsanê de tevî hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê peyama xwe ya çareseriyê û her wiha helwesta xwe ya berxwedanê aşkere kir. Meclîsê diyar kir ku ew amade ne bi dewleta federal a Iraqê re pirsgirêkan çareser bikin û her wiha destnîşan kir ku ji bo zemîna çareseriyê pêş bikeve lazim e rê li ber polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê were girtin. Lê di roja ev daxuyanî hate dayîn de artêşa Iraqê hêzeke mezin a leşkerî tevî karwaneke ji tank, obus û çekên giran derbasî Şengalê kir.

Ev rêzehevdîtin heya 30’ê Nîsanê ji bi awayên cûda berdewam kirin lê encamek ku rê li ber çareseriyê vebike derneket. Ji ber ku tiştê di hevdîtinê de li ser Şengalê dihate ferzkirin di esas de qebûlkirina Peymana 9’ê Cotmehê bû. Ji xwe di 30’ê Nîsanê de şandeyeke leşkerî ku Fermandeyê Giştî Ebdulemîr Yarallah jî di nav de bû hatibû Şengalê.

Di vê pêvajoyê de PDK û dewleta Tirk jî di nav tevgerê de bûn û zext li artêşa Iraqê dikirin ku li Şengalê li hemberî Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê dest bi şerekî mezin bike. Nûnerê PDK’ê di Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Tilet bi daxuyaniyeke fermî bang li hikumeta Iraqê kiribû ku li dijî Şengalê hêza çekdarî bikarbîne. Her wiha Qaîd Ameliyatê Mûsilê ku di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ye, bi hewldanên provokatîf polîtîkayên şer germ dikir.

Di hemû hevdîtinan de, di esas de Peymana 9’ê Cormehê li Rêveberiya Xweser a Şengalê hate ferzkirin, li hemberî vê ferzkirinê jî Şengal helwesta xwe ya berxwedanê nîşan da. Bi navê ‘hêz û çekdarên neyasayî’ xwestin hêzên parastina Şengalê bi rê û rêbazên cûda tune bihesibînin. Ji xwe Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Rojavayê Nînowayê vê polîtîkayê wiha dikir rojev: ‘Nabe ji bilî hêzên fermî ti hêzeke din a çekdar li sînorê qeza Şingalê bimîne.’

Ji bo vê polîtîkayê bixin meriyete û îradeya Şengalê bişkînin herî dawî êvara 30’ê Nîsanê artêşa hikumeya Kazimî dest bi tevgereke nû kir û di 1’ê Gulanê de li nahiya Sinûnê û Dîgurê veguherî şerekî giran. Ev şer û pevçûn ji aliyê raya giştî va hate şopandin lê lazim e were gotin ku artêşa Iraqê wekî bi dewleteke dijmin re bikeve şer, bi tank, çekên giran û helîkopteran êrîşeke giran pêşxist. Ev şer ji saetên sibehê ve heya berêvarê bi dijwarî berdewam kir û ji êvarê ve ye şer û pevçûn sekiniye lê ew xeterî heye ku car din artêşa Iraqê êrîşên li ser Şengalê berdewam bike. Ji xwe herî dawî li ser navê Qeymeqamiya Mûsilê daxuyaniyek hate dayîn ku digot; “Li gor peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, nabe tu komên çekdar li sînorê qeza Şengalê bimînin û tedbîrên niha yên artêşa Iraqê yên li Şengalê di çarçoveya wê peymanê de ye.”

Niha di çarçoweya geşedanên 2 hefteyên dawî de lazim e çend xalên esasî werin destnîşankirin;

  • Êrişen dawî yên li ser Şengalê ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê ye ku civaka Êzidî vê peymanê wekî ‘fermana nû’ binav dike.
  • Êriş her çiqas li ser Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê xuya bike jî di esasê xwe de bi giştî li hemberî pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.
  • Civaka Êzidî piştî fermana 2014’an bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser xwe ji hemû êrişan parastin, jiyaneke ewle û aram ji xwe re ava kirin. Eger ev êriş biserkevin û hêzên parastina cewherî yên Şengalê were tunekirin wê civaka Êzidî bi fermanên nû re rû bi rû bimîne.
  • Di nav Iraqê de hin aliyên ku dixwazin rê li ber diyalog û hevdîtinan vebin hene. Lê di heman demê de di serî de hikumeta Kazimî û PDK gelek alî jî hene dixwazin ji qeyrana siyasî ya Iraqê sûd wergirin û fermana li ser Êzidiyan temam bikin.
  • Qasî hêzên ku êrişî Şengalê dikin, hêzên navneteweyî yên piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê dikin jî ji van êrişan berpirsyar in.

Wekî encam, her çiqas di çarçoweya polîtîkayên şerê taybet de hincetên cûda bikin rojev jî êrişên li ser Şengalê bi plan û biryareke stratejik têne meşandin. Her çiqas hewldanên çareseriya rewşa heyî berdewam bike jî xeteriya êriş, şer û pevçûnan berdewam e.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button