Welatiyên Şengalê nobetê li asayîş û saziyên xwe digrin 

Li Şengalê piştî êrişên artêşa Iraqê yên li ser hêzên parastina Şengalê destpê kir, civaka Êzidî kete nav liv û tevgerê û nîşan da ku çiqas bi destkeftiyên xwe ve girêdayî ne û dê çawa biparêzin.  Welatiyan şeva borî li gelek saziyên civaka Êzidî nobet girtin û xwedî li asayîş û saziyên xwe derketin.

Li Şengalê piştî êrişên artêşa Iraqê li ser hêzên parastina Şengalê, civaka Êzidî kete nav liv û tevgerekî pir bi wate. Gelek jin, ciwan, kalemêr çek hilgirtin, rext li bejna xwe girêdan û li gel kêleka şervanên xwe rawestiyan.

Li cihên ku avahiyên Asayîşa Êzidxan û hêzên YBŞ-YJŞ lê hene, li sazî û avahiyên meclîsên gel civaka Êzidî bi şervanan re nobetê digrin. Ev foto ji gundê Dugorê ye ku destpêkê artêşa Iraqê li wir êrişî hêzên Asayîşa Êzidxanê kirîbû.

Li Meclîsa Gel ya Dugorê komek cîwan û endamên meclîsê li hev civiyane û heya direngiya şêvê nobetê girtin.

Civaka Êzidî li hemberî êrişên dagirkirina artêşa Iraqê ya di bin fermana Fermandariya Operasyonên Musilê de nerazîne û dixwazin ev êriş bên sekinandin û artêşa Iraqê ji Şengalê vekişe.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button