GER JIN BIXWEZE!

Weke tê zanîn dibistan ber bi dawiyê ve diçin û pêdiviya zarokan bi fêrbûn û xwe amade kirinê ji bo imtîhana dawiya salê heye. Mamoste Selwa diyar kir ku pêwîste zarok bi amadekarî têkevin imtîhana dawiya salê.

Mamoste Selwa ku niha li bajarokê Xanesorê ya Şingalê dimînê derbarê girîngiya perwerdekirina zarokan de ji Radyo me re axivî û got: “Di serî de em bi xêr hatina we dikin. Ez weke jinekê her tim di malê de runiştîbûm û demê min ê vala gelek bû, lewma min ji xwe re got pêwîst e ez jî karekê bikim. Jixwe xwendin û nivîsandina min jî hebû û pêwîstiya zarokan ya fêrbûna xwendin û nivîsandinê jî hebû, ji ber ku dibistan ber bi dawiyê ve tên. Min di 6’ê meha Nîsanê de dest bi perwerdekirina zarokan kir. Li vê derê herî zêde ez zarokên ku dibistana sertayî dixwînin fêr dikim. Ji ber ku li Şengalê hem dibistan bi zimanê Erebî û Kurdî jî heye ez herdu zimanan fêrî zarokan dikim            Ji ber dewama zarokan ya li dibistanê ez xwe li gorî wan eyar dikim. Dersê di seet 2:00’an de dest pê dikim û heta 5:00’an dewam dikim. Beriya ku zarok werin gel min û wan perwerde bikim pir nedizanîn, ji ber ku mamosteyên wan li dibistanên fermî wan baş fêr nakin û pişt guh dikin. Lê niha zarok pir baş fêrbûne û li dibistanên xwe jî têne hezkirin. Jixwe ez ê her dem wextê xwe ji bo zarokan cuda bikim yanê ne tenê di dema dibistanan de piştî batlaneya salê jî ez ê dewam bikim”

Selwa bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Hêviya min ew e ku hemû dayîk, keç û her kesê ku demê xwe vala derbas dike zarokên xwe fêr bike. Bi taybet ji bo jinên ku bêkarin li mala xwe runiştîne dikarin kareke wiha bikin û heta karên din jî dikarin bikin.”

`Pêwîste em xwe amade bikin`

Zarokê bi navê Ferhat ku li gel mamoste Selwa fêrî xwendin û nivîsanê dibe wiha qala perwerdeyê xwe kir: “Çawa ku mamosta me Selwa dest bi ders dayînê kir ez hatim gel û fêrî pir tiştan bum. Li dibistanê mamosteyan em fêrî pir tiştan ne dikirin, lê piştî ku hatim vê derê min di xwe de guhartinên pir mezin dîtin. Ez hêvî dikim ku hemu zarok guhê xwe bidin dersên xwe û keda xwe ya salekê vala nebin.”

Sena Qîranî-Cira fm

 

Show More
Back to top button