‘Piştî ku PDK’ê xiyanet li Êzidiyan kir, Asayîşa Êzidxanê ava bû’
Endamê Asayîşa Êzidxanê ya Sinûnê Nasir Xeyro destnîşan kir ku hêzên PDK'ê û Iraqê xiyanet li civaka Êzidî kirin, lewma di demekê de ku pêwîstiya gel bi baweriyê hebû Asayîşa Êzidxanê hate avakirin
Bersiva civaka Êzidî ya li qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an avakirina hêzên parastinê yên xwe dispêre hêza xwe bû. Di encama têkoşîneke bêeman de ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) a mil bi mil li gel gerîlayên HPG û YJA Starê Şengal hate rizgarkirin.
Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, civaka Êzidî ji bo avakirina Şengalê dest da hev û di encama hewldaneke mezin de jî Hêzên Asayîşa Êzidxanê yên ser bi sîstema Şengal a Xweser a Demokratîk ava kirin.
Asayîşa Êzidxanê ku sala 2016’an ava bû, ji hingî heta niha ji bo ewlehî û aramiya xelkê herêmê 24 saetan li ser kar e.
Tifaqa PDK-AKP-MHP û hikumeta Kazimî ku jinûve avabûna civaka Êzidî qebûl nakin, ji bo xerakirina aramiya li Şengalê gelek caran hewl dan. Peymana 9’ê Cotmehê fermîkirina vê yekê ye. 18’ê Nîsanê jî hêzek ser bi artêşa Iraqê ve êriş bir ser nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê yên li Dugirê, ku ev êriş jî parçeyek ji van hewldanan e.
Berpirsyarê Asayîşa Êzidxanê ya li bajarokê Sinûnê yê Şengalê Nasir Xeyro ji ANF’ê re axivî:
“Piştî fermanê li qadê valahiyek çêbû. Gel dixwest xwe ewle bibîne. Hêzên xwe yên parastinê ava kir. Vê yekê bawerî da gel. Her wiha rêveberiya xweser jî ava dibû. Komên biçûk ên cuda jî hebûn, lê belê zêde bi bandor nebûn. Ji ber pêwîstiya gel ji bo pêkanîna aramiya gundan Asayîş ava bû. Bêguman di dema avabûna asayîşê de zor û zehmetiyên giran jî rû dan.
Asayîşa Êzidxanê ji roja ava bûye û vir ve ji bo aramî û ewlehiya Şengalê 24 saetan dixebite. Hêzên li Şengalê, her wiha hêzên asayîşê yên ser bi Iraqê û PDK’ê ve, di dema fermanê de reviyan. Asayîşa Êzidxanê jî piştî fermanê weke parçeyek ji parastinê ava bû. Dema ku Asayîşa Êzidxanê ava bû li Şengalê ne hêzeke Iraqê ne jî hêzeke PDK’ê hebûn ku karibin Şengalê biparêzin. Her wiha yek ji armancên avabûna asayîşê jî ew bû ku her gel karibe bi hêza xwe parastina xwe bike. Civaka Êzidî piştî ku bûyerên di dema fermanê de dîtin, fêhm kirin ku nikare ewlehiya xwe bispêre hêzên beriya fermanê li Şengalê bûn.”
‘ASAYÎŞ ÎRADEYA GEL TEMSÎL DIKE’
Nasir Xeyro ragihand ku Asayîşa Êzidxanê ji roja ava bûye û vir ve piştgiriyê ji gel werdigire û got, “Em ji gel, gel jî ji me piştgiriyê werdigire. Asayîşa Êzidxanê, piştî ku gel ew weke îradeya xwe qebûl kir, bi pêş ket. Yanî saziyeke ku bi îradeya gel ava bûye. Lewma ti hêz nikare îradeya gel tune bike. Em jî weke Asayîş bi vê têgihiştinê tevdigerin. Bi berxwedanê me xwedî li îradeya gel derdikevin.”
Xeyro bi dewamî got, “Êzidî salên dawî gundên ku bi fermanê re hatin valakirin dadigirin. Civaka Êzidî her wiha li hemberî pirsgirêkên civakî jî têdikoşe.”
Nasir Xeyro destnîşan kir ku yekane adresa çareseriya pirsgirêkên malbatî û eşîrî Asayîşa Êzidxanê ye û got, “Her giliyê ku li gel me tê kirin em cidî dibînin û hewl didin çareseriyê jê re peyda bikin. Li her gundî yekîneyên asayîşê hene. Em hewl didin hem pirsgirêkên nava civakê çareser bikin hem jî ewlehiya gundan pêk bînin.”
‘DI HER ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN’
Nasir Xeyro got, “Her kes zane ku peymana 9’ê Cotmehê ya navbera Hewlêr-Enqere û Bexdayê hate çêkirin ji bo xerakirina aramiya li Şengalê ye” û wiha dewam kir, “Heta ku civak xwedî parastinê nebe, nikare bi ewle bijî. Ya ku li me tê ferzkirin ev e. Dibêjin, hêzên xwe betal bikin û gel bêparastin bihêlin. Me soz dan gelê xwe ku wan biparêzin. Berê li vir bûn, lê neparastin; niha jî hatine dibêjin ‘bihêlin, em ê biparêzin’. Ev rast nîne, kes ji vê bawer nake.”
Nasir Xeyro herî dawî got, “Em zarokên vî gelî ne. Me soz dane gelê xwe ku heta dawiyê biparêzin û em ê heta dawiyê vê soza xwe bi cih bînin.”
ANF- NAVENDA NÛÇEYAN