Li Şengalê leşkerên Iraqê ketin diziya malekê 

Seîd Îbrahîm ku yek ji şêniyên gundê Digurê ye, diyarkir ku di dema şerê li Digurê de leşkerên Iraqê bi dizî ketine mala wî kelûpelên wî, pere û gelek tiştên din dizîne. Seîd da zanîn ji ber ku leşkerên Iraqê xwe li rex mala wî bicihkirin nikare li mala xwe de bimîne.

Di 18’ê Nîsanê de leşkerên Iraqê êrîş bir ser Asayîşa Êzidxanê ya li gundê Digurê û di encama vê êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn û zerar gihîşt mal û dikanên li derdorê. Yek ji şêniyên gundê Digurê yê bi navê Seîd Îbrahîm ku mala wî li kêleka cihê pevçûnê bû, got: “Piştî pevçûnê, leşkerên Iraqê li rex mala min xwe bi cih kirin. Mala min talan kirin. Ji tirsa min zarokên xwe bir gundekî din. Heya niha jî ez nikarim wan bînim malê.”

Seîd Îbrahîm di dewamê de got: “Ber bi şeva 18’ê mehê leşkerên Iraqê êrîş anî ser asayîşên me. Zarokên min di mal de bûn tirsîbûn. Min rabû zarokên xwe rakirin birin cihekî bi ewle. Piştra min xwest ez vegerim mala xwe kontrol bikim, lê leşkerên Iraqê rê li ber min girtin û gotin sibe were.”

‘Mala min talan kiribûn’

Seîd Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku di wê rewşa awarte de ne momkine kes diziyê bifikre û wiha domand: “Di wan dema de tenê leşkerên Iraqê li dora mala me bûn. Di serê sibehê de ez vegeriyam min dît deriyên mala min hemû hatibûn şikandin, pereyên min di mal de bûn hatibûn dizîn. Çeka min jî hatibû dizîn. Yanî di dema şer de ez bawer nakim ku kesekî sivîl bê dizî bike ji ber ku mala min di nav xeta gerim ya şer de bû. Dema ez serê sibehê hatim mala xwe fermana 2014’an hate bîra min.”

‘Nabe kesên bûne sedema fermanê ji bîr bikîn’

Seîd Îbrahîm da zanîn divê kesên ku bûne sedema fermana 2014’an neyên ji bîr kirin. Seîd got: “Êrîşa artêşa Iraqê ji me re ji êrîşa DAIŞ’ê xirabtir bû. Nabe ku kesekî ji me Êzidyan bîr bike kî me rizgar kir. Di fermana 2014’an de artêşa Iraqê li vir bû, lê pişta xwe dan me û reviyan. Jin û zarokên me ketin destê DAIŞ’ê de. Lê gerîla hatin me rizgar kirin jin û zarokên me jî rizgar kirin. Nabe Êzidyekî vê tiştî ji bîr bike.”

‘Cejna Çarşema Nîsanê li me kirin roja reş’

Seîd Îbrahîm behsa Cejna Çarşema Nîsanê jî kir û got, artêşa Iraqê cejna me ya herî pîroz li me kir roja reş û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dikana min jî gelek gule lê ketiye. Me amadekariya Cejna Çarşema Nîsanê kiribû. Heta me ji bo şahî jî cihekî nêzî vir diyarkiribû lê artêşa Iraqê bi van kiryaran li me kirin roja reş. Çi dibe bila bibe mirov lazime rastiyê bêje. Ez bizanim ku ev rastî jî wê dawiyê lî jiyana min bîne jî ezê bêjim. Tu tirsekî min ji kesekî nine. Li şehîdgehê de bi sedan şehîd hene evane hemû ji bo me canê xwe fedakirin, herî kêm em vê tiştê ji bîr nekin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button