Şehîda Şengalê Faraşîn hate oxir kirin

Şervana YJŞ’ê Faraşîn Şengalî ku di encama êrîşên artêşa Iraqê de şehîd bû, bi beşdarbûna hêzên Asayîşa Êzidxan, YBŞ-YJŞ, saziya Malbatên Şehîdan û hemû sazî û dezgehên li Şengalê pêk hat. Di merasîmê de soza xwedî li ked û xeyala Şehîd Faraşîn derketinê hate dayîn.

Roja 18’ê Nîsanê artêşa Iraqê rasterast êrîşî noqteyek a Asayîşa Êzidxanê ku li gundê Digurê ya Şengalê kirîbûn. Hewildana pêşiya şer bê girtin her çiqas ji aliyê Asayîşa Êzîdxanê ve hatibe dayîn jî artêşa Iraqê cardin cîh bi cîh hewildana êrîşan da.

Di encama van êrîşên artêşa Iraqê ya hikûmeta Kazimî de şervana YJŞ’ê Feraşîn Şengalî û du şervanên din birîndar bûn. Îro Şehîda YJŞ’ê Faraşîn Şengalî bi konvoyek mezin ber bi Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş ve hate rêkirin. Konvoya şehîd li ber nexweşxaneya Xanesorê bi beşdarbûna bi dehan seyareyan pêk hat.

Artêşa Iraqê cardin hewilda astengiyan derxe û li pêşiya seytereya di navbera Xanesor û Sinûnê de pêşiya konvoya şehîd girt. Artêşê dixwest milet belav bibe û şehîd nebin û nespêrin axê. li hemberî bêtehemûliya artêşa Iraqê ya li hemberî şehîda Şengalê civaka Êzidî nerazîbûnek hişk nîşanda û vê hewildanê vala derxist.

Piştî konvoy gihişt Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş merasîma leşkerî pêk hat û axaftin hatin kirin. Li ser navê YBŞ-YJŞ, li ser navê saziya Malbatên Şehîdan, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axaftin hatin kirin.

Li ser navê YBŞ-YJŞ Vîyan Hebabî axivî, sersaxî ji malbata Faraşîn Şengalî re xwest û got ewê heya dawî xwedî tekoşîna şehîdan derbikevin. Soza tolhildana Ş. Faraşîn rakirinê da û got çi bibe bila bibe ewê heya serkeftinê berxwe bidin, serbikevin û doza şehîdên Şengalê xwedî derkevin. Viyan Hebabî heman demî bal kişand van hewildanên dawî ku artêşa Iraqê bo bicîhanîna peymana 9’ê Cotmehê vîna civaka Êzidî binpê dike û hewil dide Asayîşa Êzidxan, YBŞ-YJŞ jî di nav de hemû sazî û dezgehên civakê ji holê rabike jî nirxand. Hebabî got hikûmeta Kazimî çiqas alîkarîya dewleta Tirk ya dagirker jî bike, çiqasî bi PDK re di nav hevkariyê de be jî yê nekare civaka Êzidî tine bikin, yê nekarin serbikevin. Hebabî got ew heya dawî li pişt şehîdên xwe ne û yê tekoşîna xwe bigihînin serkeftinê.

Li ser navê TAJÊ Zozan Şengalî axivî û got ewê ti demî Şehîd Faraşîn nedin jibîr kirin û yê xwedî li ked û xeyalên wê derkevin. Şengalî jî got ku ewê li ser rêya Şehîd Faraşîn de bimeşin û yê weke dayîk û jinên Şengalê şopdarê rêya şehîdên xwe bin.

Li ser navê malbatên Şehîdan Dayê Pakîze jî axaftinek kir û got yên ku axa Şengalê, civaka Şengalê parastî zarokên wan bûn û ewê heya dawî xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Dayê Pakîze anî ser ziman ku zarokên wanin yên ku irf, edet, rê û resmên civakê diparêzin. Dayê Pakîze heman demî bal kişand ser ked û xebatên Şehîd Faraşîn bû derbaskirina birînên di nava civaka Êzidî û Ereb de, hewildana ku herdû civak bihevre bikarin li hemberî neyaran berxwe bidin, hevdû xwedî derkevin. Dayê Pakîze anî ziman ku şehîd Faraşîn jî yek ji ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê di dema fermana sala 2014’an xwe gihandîbû hawara civaka Êzidî û ji wî demî ve civaka Êzidî tinê ne hiştiye û bi fedekariyek mezin ev ax û civak parastî ye. Dayê Pakîze di dawiya axaftina xwe de cardin got ku ewê wek dayîkên Şengalê, wek civaka Şengalê bê ferq û cûdahî xwedî li hemû şehîdên Şengalê derkevin.

Di merasîmê de dirûşmên; “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd namirin”, Bijî Berxwedana YBŞ-YJŞ”, “Bijî berxwedana Asayîşa Êzidxan” hatin berz kirin.

Hem hêzên Asayîşa Êzidxan, hem civaka beşdarî konvoya merasîmê bûbû li dijî vê astengiyê jî sekinî û di demek kin de cardin rêya xwe vekir.

ROJNEWS-Ş ENGAL

Show More
Back to top button