Jinên Êzidî: Lêkirina dîwar temamkirina plana DAIŞ’ê ye

Endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava diyar kir ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de berdewama xeta xiyanetê ya sala 2014'an ye, her wiha temamkirina plana DAIŞ'ê ya qirkirina civka Êzidî ye.

Hikumeta Iraqê ji nîvê Adara derbasbûyî ve dest bi lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de kiriye. Xelkê Şengal û Rojava nerazîbûnên xwe nîşanî lêkirina dîwar tînin ziman û wekî pêkanîna peymana 9`ê Cotmeha 2020`an ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi nav dikin.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê bi piştgiriya artêşa Iraq û hêzên PDK`ê berdewam dikin û got, gelek caran van her du aliyan rê li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê vekirin da ku komkujiyan pêk bînin û gelê êzidî qir bikin.

Sûad Hiso bi bîr xist ku piştî aliyên navborî negihaştin armancên xwe, xwestin bi rêya lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, gel ji hev qut bikin.

‘BERDEWAMIYA XENDEQAN E’

Sûad Hiso anî ziman ku lêkirina dîwar berdewamiya xendeqan e ku hêzên PDK`ê li derdora Şengal dikolan, da ku gel wê demê ji hovîtiya DAIŞ`ê nereviyana û wiha domand:” Armancên hikumetên Bexda û Hewlêrê ew e; planên ku DAIŞ`ê nekarî pêk anîba, temam bikin. Ev plan qirkirina civaka Êzidî û çanda wê ye ku bi fermana artêşa Tirk a dagirker e.”

Sûad Hiso îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi planên şandina DAIŞ ber bi herêma Şengalê ve, peymana 9`ê Cotmeha 2020`an, hedefgirtina fermandarên li Şengalê wekî Zekî Şengalî û Merwan Bedel û lêkirina dîwar dixwaze her du herêman dorpêç bike û Mîsqa Millî pêk bîne.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso da zanîn ku armanca ji lêkirina dîwar hedefgirtina rêveberiyên xweser ên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku wekî derbeya li dijî dewleta Tir a dagirker in. Sûad Hiso got, têkiliyên durist û avaker ên di navbera her du Rêveberiyên Xweser ên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina civakî ya di navbera her du herêman de ne li gorî siyaseta dewleta Tirk a dagirker e, lewma xwest vê yekitiyê ji hev bixin.

Sûad Hiso got, çawa planên berî yên dagirkeriyê têk çûn wê plana qutkirina têkiliyên di navbera Şengal û Rojava de jî têk biçin. Her wiha bang li şêniyên Şengl û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî planên bi armanca şikandina vîna wan, têkoşîna xwe xurt bikin.

‘NE DÛR E KU DÎWAR LI DERDORA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ WERE LÊKIRIN’

Endama Koodînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo jî destnîşan kir ku hikumeta Iraqê bi lêkirina dîwar hewl dide civaka Êzidî tawîzan bide wê.

Hediye Şemo îşaret bi komkujî û fermanên li dijî civata êzidî, her wiha hewldanên çewisandina nasnameya wan û qirkirina wan kir.

Hediye Şemo diyar kir ku hikumeta Bexdayê bi hevkariya PDK`ê û bi peymana bi dewleta Tirk a dagirker re hewl dide Şengal û civata Êzidî ji civatên din qut bikin, da ku vîn û rêveberiya wa ku  bi saya şehîdan hatiye avakirin, têk bibe.

Endama Koodînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo da zanîn ku ne dûr e dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger li derdora Başûrê Kurdistanê jî dîwar lê bikin û bang li PDK`ê kir ku dev ji piştgiriya her du aliyan berde û Kurdistanê biparêze. Her wiha bang li tevahiya gelê Kurd û pêkhateyên herêmê kir ku li dijî komployên sîstemên mêtînger rabin.

ANHA

Show More
Back to top button