‘Emê li hemberî destwerdanek ser axa Şengalê liber xwe bidin’

Seyîd Mehmûd got ku xelkê Şengalê li gel pêkhateyên xwe, dijî hemû destwerdanên dewleta Tirk yên li ser Şengalê, di nava berxwedanê deye

 

Nûnerê Şîayên Şengalê Seyîd Mehmud El Aracî da zanîn ku ger dewletên berjewendîxwaz li ser Şengalê destwerdenê nekin, wek gel û pêkhateyên Şengalê çi pirsgirêka wan ya ya bihev re jiyankirinê nîne. El Aracî got; “Emê li hemberî her destwerdanek ser axa Şengalê heya dawî li ber xwe bidin.”

Nûnerê Şîayên Şengalê Seyîd Mehmûd El Racî li ser geşedanên dawî û destwerdana dewleta Tirk ya li ser Şengalê ji Rojnews re axivî.

Seyîd Mehmud El Aracî destpêkê balkêşa ser gefên serokkomarê Tirk Recep Tayîb ya li ser Şengalê û wiha pêde çû; “Ger welatên berjewendîxwaz û dewleta Tirk, destê xwe ji Şengalê bikêşin, rewşa Şengalê bi xwe gelek baş û arame. Ev 6 sale Şengal bi îradeya xwe tê bi rêvebirin. Em wek pêkhateyên Şengalê, bi hevre jiyan dikin û ti pirsgirêka me bi hevre nîne. Lê mixabin dewletên derve ji ber berjewendiyên xwe, rewşa Şengalê têk didin. Dixwazin carek din Şengalê veguherînin qada şer.”

El Aracî da zanîn ji roja lihevkirina Hewlêr û Bexda ya ser Şengalê ve destwerdanek li ser Şengalê heye û wiha domkir; “Piştî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera Iraq û Hewlêrê ya ser Şenngalê, fikarên me gelek zêde bûne. Em weke pêkhateyên Şengalê bi ti awayek lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexda ya ser Şengalê qebûl nakin. Di 3 Tebaxê de bi destê DAIŞ’ê fermanek mezin dijî çand û baweriya Êzidiyan pêkanîn. Bi vê peymanê carek din dixwazin, Êzidiyên rizgarbûyîn qir bikin.”

‘Divê xelkê Şengalê vegerin ser warên xwe’

Nûnerê Şîayên Şengalê behsa vegera xelkê me ya ser Şengalê jî kir û got; “Beriya peymana navbera Hewlêr û Bexdayê de, rojane 80’ê malbat vedigeriyan Şengalê. Lê piştî vê ji ber xelk bi fikarbûn, veger kêm bûye. Rewşa Êzidiyên niha di wargehên Başûr de jiyan dikin, gelek xirabe. Jiyana wan ne di ewlehiyê deye, rojane konên wan dişewitin, xwekuştin çêdibin. Em ji vê rewşê gelek dilgiranin, lê divê xelkê Şengalê dijî pîlanên ser Şengalê, vegerin ser warên xwe. Ti kesê bawer nedikir wê piştî fermanê, carek din pêkhateyên Şengalê, Şîa, Sune û Êzidî, bên gelhev û bi hevre jiyan bikin. Piştî fermanê em û birayên xwe yê Êzidî vegeriyan Şengalê û niha bi hevre jiyanek bi rûmet jiyan dikin. Ger dewletên berjewendîxwaz destwerdana Şengalê nekin, ti pirsgirêkek me ya pêkhateyên Şengalê bi hevre nînin. Ev rêxistinên ku bi hêceta xizmeta ji bo Şengalê tên, ne rastin. Piraniya wan îstîxbarata welatên dervene û ti xizmetê ji bo me nakin. Bi rêya wan saziyan li Şengalê bê aramî çêdibe. Ji bo wê pêwîste xelkê Şengalê hemberî van saziyan hişyar bin.”

‘Destwerdanek ser Şengalê wê bibe dawiya Erdogan’

El Aracî got ku piştî hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê, gefên dewleta Tirk li ser Şengalê zêde bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta Tirk carek din dixwaze bi polîtîkayên xwe yên qirêj, destwerdanek li ser Şengalê bike. Bi dehan welat piştgiriya hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kirin, lê dîsa çeteyên DAIŞ hemberî berxwedana gelan nekarî ser bikeve. Siyaseta Erdogan jî bi qirkirinê nikare bigihi encamekê, ger Erdogan destwerdanek li ser Şengalê bike, wê dawiya xwe bîne. Li hemberî her destwerdanek li ser axa Şengalê, emê li ber xwe bidin.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN-YASER ELYAS-ROJNEWS

Show More
Back to top button