Pêkhateyên Şengalê li dijî çêkirina dîwar meşiyan: Dîwar berdewama peymana 9’ê Cotmehê ye
Bi sedan welatiyên ji pêkhateyên Ereb û Êzidî yên li Şengalê tevî astengiyên ji aliyê hêzên Iraqê ve, meşiyan û banga hilweşandina dîwar kirin. Di meşê de hate diyar kirin ku dîwar berdewama peymana 9’ê Cotmehê ye.
Li nehiya Sinûn a Şengalê bi sedan welatiyên Ereb û Êzidî li dijî çêkirina dîwarê di navbera Şengalê û Rojava de meşiyan. Di serî de bi hînceta ku ew nehatina agehdarkirin artêşa Iraqê rê liber meşê girtin. Lê ji ber bertekan artêşa Iraqê neçar ma rê bide meşê.
Di meşê de dirûşmeyên,“Em dîwarê di nava Şengal û Rojava de nahêlin bê lêkirin”, “ Bese ji zimandirêjiya PDK û dewleta Tirk re”, “Şengal azade bila xayîn derkevin” û ‘Bijî Berxwedana Şengalê” hatin berzkirin. Her wiha aleyên Iraq û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin hil dan. Meşê heta Seytereya Tirbika dewam kir.
Li vir li sernavê pêkhateyên Şengalê ji aliyê Semîr Derwêş ve daxuayneyek hate dan. Di daxuyaniyê de banga rawastandina karê çêkirin dîwar hate kirin û wiha hat got: “Em dibînin ev pêngava çêkirin dîwar ku ji aliyê Iraqê ve tê meşandin pêngavekî siyasî ye. Ev kar ji hêla hin aliyan ve tê destek kirin ku naxwazin li Şengalê aramî pêk were û dixwazin her li herêmê alozî hebin.Ev dîwar bi desteka aliyên ku bûna sedema komkujiya Êzdiyan û bûn sedem ku bi hezaran keç û jinên me bên firotin ve tê çêkirin. Partiyên navxweyî ewên ku di prosesa jenosîdkirina Şengalê de para herî mezin hebûye ,em dikarin ji her kesekî re bidin diyakirin ew partî, heta niha bi awayên cuda cuda planên qirkirina Êzidiyan didin meşandin. Yek ji van plana jî ewe ku dixwazin navbera me û Rojava bigirin. Herwiha bi qasî 5 kîlometre ji sînor dûr bi têlê navbera me û Eraban bigirin.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser parastina Şengalê ya ji aliyê hêzên gerîla û şervana ve û wiha domand: “Her kes dizane yên ku Şengal û sînorê Iraqê jî di nav de ku niha dixwazin bi sîm û dîwara bigirin ê parastin Yekîneyên Berxwedana Jin, gerîla, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên YBŞ û YJŞ bûn. Bi çêkirina dîwar dixwazin têkiliyên me yên bi birayên me yê Ereb û pêkhateyên din re qut bikin. Ev jî em baş dizanin plana dewleta Tirk û hevkarên wê ye.”
Her wiha di daxuyaniyê de ev bang hate kirin:“Bi vê daxuyaniyê em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bersivê bidin kiryarên bi vî rengî yên kêfî ku dewleta Tirk û aliyên girêdayî wê li ser Şengalê dimeşînin. Em dibînin ku ev qefesa ku hatiya çêkirin li dora gel, bi hemû away li dijî îrade gele. Her wiha di vê pêvajoyê de em dibînin ku qîmetê nadin xwîna şehîdên ji bo Şengalê canê xwe feda kirine. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Iraqê demildest destwerdanê bike û proseya berdewamî û temamkirina dorpêçê bi dawî bîne. Em li vir dipirsin, çima ev dîwar tenê li ser sînorê Şengalê hatiye danîn?
‘Dîwar berdewama peymana 9’ê Cotmehê ye’
Em dibînin ku avakirina vê têlê gelek siyasetên qirêj ên ku li dijî gel û pêkhateyên Şengalê tên meşandin vedişêre.Hikûmet îdia dike û hewl dide gel razî bike ku avakirina dîwarê şermê ji bo parastina herêmê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye. em dibin şahidê êrişên DAIŞ’ê bo ser Mûsil, Kerkûk û hinek deverên din. Wek tê xwestin hikûmet rê liber van êrîşan negirtiya. Lê ev dîwar berdewamiya peymana 9’ê Cotemehê ya navabera PDK’ê-dewleta Trik û Iraqê ye.”
Daxwazên hatîn pêşkêşkirin
Di dawaya daxuyaniyê de 4 xalên daxwaziyên pêkhateyên Şengalê hatin xwendin û radestî rayedarên artêşa Iraqê hatin kirin.
Xwstekên pêkhateyên Şengalê wiha ne:
“1- Em bang li raya giştî û NY’ê dikin ku li hemberî van planên ku tên meşandin bêdeng nebin û rê nedin karekî ku nakeva xizmeta pêkhateyên herênmê.
2-Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan midaxeleyî van binpêkirinan bikin.
3- Em daxwaza rawestandina çêkirin û rûxandina vî dîwarî dikin.
4- Daxwaza me ewe ku Şengal serbixwe be û ser bi hikûmeta navendî ve be. Em naxwazin partiyên siyasî li gor berjewendiyên xwe yên hizbî me kontrol bikin.”
ROJNEWS-ŞINGAL