Li Şengalê pêngava paqijiyê 

Şaredariya Şengalê, pêngavek paqijiyê da destpêkirin, pêngav li Komelgeha Borik û navenda Şengalê bi tevlîbûna endamên TAJÊ û Mecîsa Gel destpê kir.

Li Şengalê xebatên xizmetê yên şaredariyê dewam dikin. Civaka Êzidî meha Nîsanê weke xeml û paqijiya salê dibînin. Şaredariya Şengalê bi boneya meha Nîsanê pêngavek paqijiyê da destpêkirin û wê heya 5’ê Nîsanê dewam bike.

Pêngava paqijiyê bi tevlîbûna endamên TAJêÊ û Mecîsa Gel a Şengalê li navenda Şengal û Komelgeha Borikê destpê kir.

Xelkê Şengalê eleqeyek baş nîşanî pêngava paqijiyê dan. Endama TAJÊ Ehlam Xidir axivî û diyarkir ku ew dixwazin derdorê paqij bigrin û got; “Divê cihê em têde jiyan dikin, paqij were girtin, bang li hemû kesê dikim di warê paqijiyê de hestyar bin. Her cihê paqij bigrin, bi taybet divê esnaf baldar bin. Ger her mal derdora xwe paqij bigre, wê giştî paqijî çêbibe.”

Endamek din TAJÊ Tevre Şengalî jî got; “Em li ser navê TAJÊ tevlî pêngavê bûne, bi taybet jin girîngiyê didin paqijiyê. Ev pêngav ji bo tendirustiya xelkê Şengalê gelek girînge, hêvî dikim her mal gelaşê xwe bavêje û derdorê paqij bigrin.”

Rojnews-Şingal

Show More
Back to top button