Ciwananên Şengalê: Perwerde bingehê civaka azade 

Ciwanên Şengalê bi hatina Biharê re dest bi xebatên xwe yên perwerdeyê kirin. Ciwanên ku beşdarî perwerdeya fikrî bûne di derbarê xebatên xwe yên perwerdeyê de diyar kirin ku ew weke ciwanên Şengalê her tim ji bo xwe perwerdeyê esas digirin ji ber berwerde ji bo Wan bingeha civaka Azade.

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî dewreyek ya perwerdeyê vekirin, dewreya ciwanan ya ku ji 15 ciwanan pêk tê wê 15 rojan berdewam bike. ciwan dibêjin : “ Bihgehê civaka azad perwerdeye û ji bo avakirina civakeke azad û têgihiştî erka sereke ya ciwanane.”

Serdema em têde dijîn ya ku pergala Kapîtalist tevahî nirxên civakbun û mirovahiyê ji cewherê wê derxistî herî zêde jî bi hêza dînamîk ya civakê yanî bi ciwanan re dilîzin. Ciwanên Şengalê yên ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xwe rêxistinkirî ji bo nebin amorê pergala dij pivan û ehlaqê mirovê azad û ji bo li bermberî wê tekoşîn bikin bê navber dinava kar û xebatan dene. Ji aliyekê Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Êzidî hewil didin xwe bigehînin tevahî ciwanên Êzidî yên her deverê ji aliyê din de jî li Şengalê ji bo avakirina Şengalek azad û xweser xwe perwerde dikin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî Ala Xidir di derbarê perwerdeya ku dibînin de axivî, Alayê da diyar kirin ku ew wek ciwanên Şengalê dem bi dem ji bo ku ciwan li bemberî tevahî êrişan hişyarbin û her wiha ji bo ku girîngiyê bidin çand û pivanên civak Êzidatiyê ew xwe perwerde dibînin.

Ala Xidir giringiya van perwerdeyan bi van gotinan anî ziman: “Enceq bi van perwerdeyan ew dikarin weke ciwan çanda xwe biparêzin, her wiha xwe ji bandorên pergala kapîtalîst û tevahî ferasetên paşverû rizgar bikin. Ala wiha pêde çû: “Ji bo me ciwanên Şengalê perwerde xwedî girngiyek mezine. Em weke ciwan bingeha civaka Azad weke perwerde dibînin ji bo wê ji bo me berî hertiştiye. Ji ber em di wê zanistiyê de ne ku rêya xwe ji ferman û tevahî êrişan rizgarkirin û parastinê perwerdeyên li ser bingeha fikrê Rêber Apo ye.”

Ala Xidir da diyar kirin ku wan dinava van 6 rojan de waneyên giringiya perwerdê, çand û ehlaq, dîroka ciwanan û Şerê taybet dîtine û wiha domand: “Di berdewamiya perwerdeya xwe de em ê li ser çand û ehlaqê Êzidiyatî û gelek mijarên din jî bibînin.”

Rojenews-Şengal

Show More
Back to top button