Ciwanên Şengalê agirê Newrozê pêxistin 

Li Şengalê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwanên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî, bi meşek meşaleyî agirê Newrozê hate dadan. Ciwanan diyarkirin ku ewê bi rûhê ciwantî li ser xeta Mazlûm û Egîdan berdewam bin.

Îsal ji bo cara yekemîn li Komalgeha Borik a ser bi Şengalê, bi meşekê ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwanên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve hatibû rêxistinkirin, agirê Newrozê hate pêxistin.

Meşa bi Meşale ji ber avahiya Meclisa Gel a Borikê dibin dirûşmeya “Bi ruhê ciwantî emê agirê Newrozê geşbikin” her wiha bi bilindkirina posterên Rêber Ocelan û alên Yekitiya Ciwanên Êzidî heta ber avahiya Şaredariya Gel dewamkir. Li  vir  li ser navê  ciwanan daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyniya ku ji aliyê ciwanê bi navê Ezîz Cemîl ve hate dayîn de, di serîde cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û hat gotin: “Em wek gelê Êzidî cejna Newrozê ji bo xwe cejneka pir bi wate dibînin. Çawa Heval Mazlûm Dogan ji bo vê newrozê di zindana Amedê de agir li bedena xwe berda, em vê helwestê wek xet ji bo azadiyê dibînin û em ê li ser vê xetê berdewam bin.”

Di daxuyaniyê de Cejna Newrozê li tevhiya şoreşgeran, Şervan û gerîla hate pîrozkirin û hate gotin ku ciwanên Êzidî bi ruhê ciwantî a li  ser xeta Mazlûm û Egîdan berdewam bin.

Jina bi navê Sêvê Şengalî ji cejna  Newrozê li Rêberê Gelê Kurd pîrzokir û da diyakirin ku ew ê vê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo. Sêvê got: “Em bi hêvîne ku ev cejne bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê  ji bo tevhiya cihanê. Em xêr û xweşiyê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hate pêxistin û ciwanan govend gerandin.

ROJNEWS-Şengal

 

Show More
Back to top button