TAJÊ ji bo Efrînê bang li rêxistinên jinan kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera dagirkirina Efrînê de diyar kir doza wan û ya Efrînê yeke û ji bo Efrînê jî banga helwestê li hêzên siyasî, rêxistinên medenî û bi taybet jî rêxistinên jin kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê ya piştî berxwedaneke mezin a 58 rojî daxuyaniyeke nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniyê de banga helwestê û xwedî derketina li Efrînê li hêzên siyasî yên Kurd, rêxistinên sivîl û bi taybet jî li rêxistinên jin dike.

Di destpêka daxuyaniyê de TAJÊ sembolên berxwedana serdemê şehîd Barîn û Avesta bibîranî û diyar kir: “Artêşa Tirk tevî çekdarên xwe bi bazareke navnetewî 20’ê Çileya 2018’an li dijî Efrînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di encama piştgirîdayîna hinek dewletan de û bêdengiya hêzên navnetewî de bi sedan sivîl bûn qûrbanî.”

Li ser berxwedana şervanên serdemê ya li dijî dagirkreriyê jî TAJÊ ev bibîrxistin dike û dibêje; “Li dijî êrîşan şervanên YPJ-YPG’ê û QSD’ê 58 rojan berxwedaneke mezin dan nîşan. Weke tê zanîn piştî berxwedana 58 rojan Efrîn hate dagirkirin.”

TAJÊ di dewama daxuyaniyê de balêdikişîne ser berxwedana mezin a serdemê ya li dijî dagirkeriyê û wiha dirêje pê dide: “Gelê Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê de bûye xwediyê bi dehan serhildan û destanên berxwedaniyê. Hertim li dijî dewletên dagirker û qirker berxwedaniyê kirine û serî netewandine . Berxwedaniya gelê Efrînê ya li dijî faşîzma dewleta Tirk a ku xwediyê teknolojiya şer a NATO’yê bû, karî berxwedana herî mezin a sedsala 21’an muhir bike. Berxwedana ku hate nîşandan jib o hemû Kurdekî azadîxwaz cihê serbilindiyê ye. Rastiya Kurd ya berxwedêr ji her kesî re nîşdandan.”

Li ser taxbîrat û birînên ku li Efrînê hatine vekirin jî TAJÊ wiha dibêje; “Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tinekirina destkeftên Kurdan û ji holê rakirina nasnameya gelê Kurd, li ber çavê dewletên serdest, bi razîbûna Rûsya û bêdengiya Amerîka, welatên Ewropî, bi 72 balefirên şer û tevî  hezaran leşker û çeteyan li dijî gelê Efrînê dest bi êrişê kir. Di wan êrîşa de ji xwezaya Efrînê bigire heta zarok û jinên wê hatin qetilkirin, destdirêjî li wan hate kirin û hatin revandin.”

TAJÊ diyar kir pêkanînên dewleta Tirk ên li Efrînê heman hovîtiya DAIŞ’ê bû û wiha hate gotin: “Hîn jî hovîtiya dewlet aTirk li Efrînê berdewame. Ji ber êrîşan heya niha bi sedhezaran welatî ji Efrînê koç bûne.  Hîn jî jin û xelkê Efrînê tên renvadin û destdirêjî li wan tê kirin.”

Li zirarên giyanî TAJÊ diyar kir dewleta Tirk û çeteyên wê hem demografya Efrînê diguherin hem jî êrîşê cihên dîrokî û kevnar dikin. TAJÊ her wiha dazanîn dewleta Tirk êrîşê cihên pîroz yên Efrînê û mizgeftan jî dike û li şûna wê dibistanên olî yên tundrew ava dikin.

Banga li rêxistinan

TAJÊ ji rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jin,hêzên siyasî û  Kurdan kirk u li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê bending û bê helwest nemînin û daxuyaniyê bi vê peyamê bidawî kir: “Êşa me û ya gelê Efrînê yeke û doza me û xwîna me jî yek e. Emê ji bo rizgariyê têbikoşin û di şopa şehîdan de berxwe bidin, jib o rizgarkirina Efr3inê mîsoger bikin.”

Rojnews- Şengal

Show More
Back to top button