Ji fîlma “Melayketên Şengalê” re du xelat

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mafên Mirovan de, fîlma Hanna Polak a bi navê "Melayketên Şengalê" ku komkujiya Êzidiyan vedibêje, ji du xelatan re layiq hat dîtin.

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mafên Mirovan de, fîlma Hanna Polak a bi navê “Melayketên Şengalê” ku komkujiya Êzidiyan vedibêje, du xelatan wergirt. Fîlmên ku îsal di 20’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Cenevreyê û Foruma Mafên Mirovan (FIFDH) de xelat girtin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin aşkerekirin.

Seroka Giştî ya FIFDH’ê Isabelle Gattiker ragihand ku di festîvala ku dê îro bi dawî bibe de 118 çalakî hatine lidarxistin. Isabelle Gattiker, da zanîn ku fîlmên di çarçoveya festîvalê de tên nîşandan dê di navbera 12-20’ê Adarê de jî serhêl bên nîşandan û got ku di lîsteya xelatan de fîlmên li Lîbya, Kosova, Başûrê Kurdistanê, Hindistan û Îranê hatine kişandin cih digrin.

Di mîhrîcanê de fîlma dokumenter a Hanna Polak a bi navê “Melayketên Şengalê” ya komkujiya Êzidiyan vedibêje û El Silencio del Topo ya Anaïs Taracena ku Guatemala vedibêje, xelata “Gilda Vieira de Mello” ya ji aliyê Weqfa Aştî û Lihevanînê Barbara Hendricks girt û ji aliyê Juriya Navneteweyî ve hat xelatkirin.

NUJINHA-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button