Xelkê Êzidî: Bi saya PKK’ê me xwe naskir 

Hevserok û endamên Meclîsa Gel ya gundê Duholê diyarkirin ku PKK bû bi hewara wan hat û wana ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û gotin; “Me bi saya PKK’ê gelê xwe û gelên din naskir, PKK rêxistinek mirovî û azadîxwaze. Divê demek ji ya din zûtir ji lîsteya terorê were derxistin.”

Bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin di 13’ê Kanuna 2021’an kampanyayek dan despêkirin. Kampanya didome, li gelek welatên cîhanê piştgiriya ji bo kampanyayê dewam dike. Piştgirîya ji bo kampanyayê li Şengalê jî berdewam dike. Hevserokê Meclîsa Gel ya gundê Duhola Heyder Hesen û endamên meclîsa Duholê ji Rojnews re axivîn.

Hevserokê Meclîsa Gel ya gundê Duhola Heyder Hesen: “Me li gel PKK’ê mirovatî, azadî, azadiya jin û zilam, azadiya zindiyan bi giştî dît û heye. Heger qet nebe, PKK bû di 3 Tebaxê de bi hewara me hat, jin, zarok û pîrên me ji destê DAIŞ’ê rigarkirin. Ez bang li hemû welatên navnetewî dikim, berpirsyartiya xwe bicih bînin û demek ji ya din zûtir PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azad kirin, me bi saya PKK’ê gelê xwe û gelên din naskir. PKK di nava me de tifaqê çêdike, em bi saya vê rêxistinê hevdû nasdikin û bi hevre kar dikin. Têkiliyên me bi hevre bihêz dike, em dikarin ji hev alîkariyê bixwazin. Ev derfet hemû bi saya xwedê û rêxistinê çêbûye. Fikir û ramanê Rêber Apo, fikrek azade, yê azadiyê ye. Rêber Apo rêberê hemû gelên bindeste. Divê hemû kes ji bo Serok Apo azad bibe, bikeve nava liv û tevgerê.”

‘Em qenciya wan ji bîr nakin’

Endamê Meclîsa Gel a Duholê Nadim Elî: “PKK tiştek ji me kêm nekir, di sala 2014’an de dema fermanê zarokên me rizgar kirin. Em qenciya wan ti carî ji bîr nakin, bûn alîkar. Em dixwazin demek ji ya din zûtir tecrîda li ser Rêber Apo rabe û PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Em bi can û xwîna xwe, bi PKK’ê rene, çi pêwîst be emê bikin û em wana ji bîr nakin.”

Endamê Meclîsa Gel a Duholê Îlyas Înco: “Dema ferman bi ser me de hat PKK li me xwedî derket, wana me rizgar kir. Divê tecrîd rabe û demek ji ya din zûtir Rêber Apo azad bibe. Em weke xelkê Êzidî dixwazin demek ji ya din zûtir PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji ber ku PKK karê mirovahî û azadiyê pêşdixe.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button