Li Şengalê jinên Ereb 8’ê Adarê pîroz kirin 

Li Şengalê şahiya yekem a  8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  ya jinên Ereb  li gundê Hesawîk pêk hat.

Li gundê Hesawîk ê Şengalê jinên Ereb bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. Şahiyê bi di saet 10.00’an de destpê kir û jinên Êzidî jî tevlî bûn.

Şahiyê bi axaftina Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Mehra Şengal destpê kir. Mehra Şengal di serî de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got ku rêya azadiya jinê bi yekîtiyê misoger dibe.

Di şahiyê de jinên Ereb û mêvanên xwe govend gerandin.

Şengal-rojnews

Show More
Back to top button