‘Wek KNK piştgiriya statûya Şengalê dikîn’ 

Şandeya KNK’ê ya ji 8 kesan pêk dihat serdana Şengalê kir. Şandeyê gelek sazî û dezgehên civaka Êzidî ziyaret kirin. Endamên Şandeyê behsa armanca serdana xwe kirin û gotin ku ew piştevanê civaka Êzidî ne. Rêveberên saziyên Şengalê jî xwestin piştgiriya bi civaka Êzidî re berdewam bibe.

 

Duh şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê serdana Şengalê kir û bi Desteya Rêveber ya Şengalê, TAJÊ, PADÊ û Asayîşa Êzîdxanê re hevdîtin pêkanîn.

Di şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya derveyî welat de Hevseroka KNK’ê  Zeynep Mûradî, Endamê Rêveberiya KNK û Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, Bijîşk û Çalakvanê siyasî Hemîd Latîf, endamê KNK, rojnamevan û çalakvanê siyasî Şoreş Xidir, Endama KNK’ê û nûnera Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê Faîze Firad, Endamê KNK’ê û Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Fîyad Hîdanî, Çalakvanê Siyasî, Lêkolînvan Çeto Hewlerî û Endamê KNK’ê, Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Latîf Fatîh cîh girtîbûn.

Endamên şandeya KNK’ê û rêveberên saziyên Şengalê li ser armanca seredana şandeyê ya ji bo Şengalê ji ajansa me re axivîn.

‘Me xwest em Şengal ji nêzde bibînin’

Endamê şandeya KNK’ê Şoreş Xidir di serî de behsa armanca serdana şandeya KNK’ê ya bo Şengalê kir û got; “Me xwest em werin Şengalê da ku em bi çavê xwe bibînin, nas bikin û bibin xwedî agahî. Çi ji civaka Êzidî re pêwîste, çi kar û xebat têne xwestin em bizanibin. Ji xwe em wek KNK xwedî erk û berpirsiyarîn ku bizanin Şengal di çi rewşê de ye. Em dikarin çawa piştgirî û alîkar bibin. Çi ji me tê xwestin da ku em bikarin hem asta netewî de hem di asta navnetewî de ji bo gelê Şengalê bikîn.”

Xidir li ser serdana şandeyê li gel PADÊ û Desteya Eşayîrî Oldar û Eşayîrî ya Şengalê jî nêrînê xwe anî ser ziman û da zanîn ew gelek bi dilgermî hatine pêşwazî kirin û spasiya hemû sazî û dezgehên ku serlêdan kirine kir. Şoreş Xidir got, “Me dît ku biryara gelê Şengalê berxwedanî û tekoşîne. Carek din zilm û zorê, fermanan li ser xwe qebûl nakin. Bi piştgiriya jinê, hêza YBŞ dikarin parastina xwe pêkbînin. Ya ji me jî tê xwestin alîkarî û piştgiriya pêwîst kirin e. em jî wek KNK piştgirî li statûya li Şengalê dikin, piştgirî dikin ku civak bi xwe xwe birêve bibe. Em ji civaka Êzidî re jî serkeftinê dixwazin.”

‘Jina Êzidî dikare pêşengtiya statuya Şengalê bike’

Endama KNK’ê û Nûnera Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê Faîze Firad jî anî ser ziman ku wana xwest ji nêzde Şengalê bibîne, xelkê Şengalê guhdarî bikin. Faîze Firad got; “Me xwest heman demî serdana jinan bikin. Serdana wan jinên Êzidî bikin, ji ber em dibînin ku jina Êzidî dikare sîstema siyasî ya tê xwestin pêkbînin.”

Firad di berdewama axaftina xwe de got ku ew wek zerdeştiyek baweriya wê heta dawî li jinê heye ku şirikê her aliyê jiyanê ye.  Faîze wiha domand; “Em bi jina Êzidî serbilind û keyfxweşin ku îro pêşengtiyê vê tekoşînê dikin.”

“Ragihandin divê rolê xwe bileyîze”

Rojnamevan û Nivîskar Latîf Fatîh jî anî ziman ku giringe di ragihandinê de êş, azar û keyfxweşiyên civaka Êzidî bêne dayîn, civak bidin nasîn û bo xwedî derketina pêwîst pêşbikeve. Latîf Fatîh wiha pêde çû; “Em hatin vêderê da ku rewşa li vir bizanibin. Civaka Êzidî çi difikire, çi dijî, çi divê jêre bê kirin? Çawa dikarin yên aware (koçber) bûne vegerin Şengalê? Zext û gefên li ser Şengalê çawa dikare were bê bandor hiştin? Hatina me bo vê yekê wek rojnamevan ewe ku em jî bikarin bi rêka pirtûk, nivîsan, teyisandina televîzyonan de em civaka Êzidî di her milî de bidin nasîn. Berî werim vir rojnamevanek Fransî min dît ku ji min pirsî ku gelo em diçin kuderê. Me got ku em diçin Şengalê, ew jî pir keyfxweş bubu. Civaka Êzidî 73 ferman jiyan kir, fermana dawî jî bi piştgiriya hêzên komploger pêkhatiye. Dîmenên vê yekê, rastiyên vê yêkê mihûme di ragihandinê de em bidin nîşan û nasîn. Em jî bo piştgiriya civaka Êzidî hatine vir û van hevdîtina pêk tînin.”

‘Serdana heyetê bersive bo dijminan’

Endamê Desteya Rêveber ya Şengalê Azad Hisên jî bo serdana şandeyê spas kir û got; “Serdanên wiha bersiva herî mezine bo dijminên Şengalê. Heya îro jî dijminan êrîşên xwe li ser Şengalê berdewam kiriye. Li Şehîdgeha Şengalê ji her milet, baweriyan jî têde cih girtîne, ji her çar aliyê Kurdistanê di nav de hene. Di nav wan de jî Kurdên Feylî û Zerdeştî hene. Em dibînin ku em dişibin hev. Êşên me yekin. Dema serdanên wiha çêdibin dibe bersiv ji bo dijminan. Beriya demekê dewleta Tirk carek din bombebaranek dijwar li ser Şengalê kiribû. Em dixwazin bi hevre bibin dermanê birînên civakê, birînên Kurdistanê.”

Hisên di dewamê de anî ziman ku wan bi şandeyê re li ser siyaseta li ser Şengalê tê meşandin bi berfirehî nirxandin kirine û bal kişand ser peymana Lozanê ku sala bê bidawî dibe. Hisên wiha got; “Hat ser ziman ku yêkîtî, hevgirtin pir giringe. Bi rastî jî heger îro jî hizb dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî berdin û berjewendiyên civakê esas bigrin, Kurdistanê bikin mijara esasî wê demê em ê bikarin ji qirkirin û zilmê rizgar bibin.”

“Me got divê jin destê hev bigrin”

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî destpêkê spasî li heyetê kir bo serdana wan û wiha got; “Em jî wek jina Êzidî dixwazin şande werin Şengalê, bigerin, bibînin. Em jî dixwazin êş û azarên xwe parve bikin. Bo piştgiriya wan ya manevî jî bo tekoşîna jina Êzidî jî me spasiya xwe bo wan anî ser ziman. Me jî got ku em dixwazin jina Êzidî bi rêxistinkirî bibe, perwerde kirî bibe da ku bikare xwe ji bindestiyê, ji îşkenceyê xilas bike. Da ku em bikarin pêşî li zewaca bi emrê biçûk bigrin, pêşî li kuştina jinê bigrin. Divê em hemû jin dest bidin destê hevdû û pêşiya van rastiyan bigrin. Em dixwazin piştevanî bû tekoşîna jinên Êzidî çêbibe.”

‘Serdana şandeyê pir mûnasîb e’

Endamê Desteya Oldar û Eşayîrî ya Şengalê Berekat Mûrad jî anî ziman ku serdana şandeya KNK’ê bo wan bi wate bû. Berekat ji bo serdana şandeyê spas kir û got: “Em keyfxweşbûn ku îro hatin û li Şengalê geriyan û cihên lê dane dîtin. Em jî li wan cihanin ku balafirên dewleta Tirk lê dayîne. Her roj êrîşan li dijî me pêktînin. Heyet ji ewropa hatiye. Kurdên me ne. Xelkê ji Çemçemal, ji Germiyan in, ji Ranya ne, ji Silêmaniyê ne. Di wextekî pir munasîp de hatin serdana me û destê xwe dirêjî me kirin. sala 2014’an jî dema fermanê ji bilî wan kesan kes nehat hawara me. Wan me ji fermanê rizgar kir, rê vekirin. Em spasiya hemû miletan dikin ku  xwedî vî fikrî ne, xwedî li me derdikevin, dibin piştevanên me jî.

BERÎVAN ŞINGALÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button