Saziya Perwerdeyê ya Êzidxanê: Xweseriya Şengalê, xweseriya ziman û çanda wê ye 

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê bi wesîleya roja Zimanê Dayikê kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin û ev bangawazî kir: “Beşeke esasî ya Xweseriya Şengalê, xweseriya ziman û çanda wê ye. Em bang li tevahî sazî, dezgeh û gelê xwe yê Êzidî yên li welat û derveyî welat dikin ku bi awayek xurt beşdarî kampanyayê bibin.”

 

Di 17’ê Mijdara 1999’an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çand a Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21’ê Sibatê wekî roja Zimanê Dayikê ragihand û ji wê salê ve, ev roj bi çalakiyên cûr be cûr, wekî cejna ziman tê pîroz kirin.

Bi boneya vê rojê, li Şengalê jî Saziya Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo parastin û pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê, ew kampanyayeke piştgirî û hevkariyê didin destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê yek ji Mamostayên saziya perwerdeyê Xanim Cindo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî fermanê 8 sal in di nav zor, zehmetî û êrîşên giran de xebatên ziman û perwerdeyê hatiye meşandin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Ji ber ku Êzdiyatî bingeh û koka hemû mirovahiyê ye hêzên desthilatdar dixwazin di serî de koka mirovahiyê tine bikin. Ji ber wê çendê ye ev qasî bi hovane êrîşî civaka me dikin. Bê guman dema em li van êrîş û qirkirina çandî ya li ser civaka me tên kirin temaşe dikin, em dibînin yên ku herî zêde dibe mexdûrê van êrîşan û ji mafên xwe yên jiyanê bêpar dimînin zarok in. Ji ber wê yekê yên ku herî zêde pêwîstiya wan bi alîkarî û piştgiriyê jî hene dîsa zarok in.

Ji bo xebatên perwerdeyê pêwistî bi piştgiriyê heye

Em wekî komeke ciwanên xwebexş, me heya niha hewl daye zarokên civaka xwe li gor bîr, bawerî û dîroka wan perwerde bikin û bi vî rengî ji polîtîkayên qirkirina çandî biparêzin. Em bi derfetên xwe zarokên civaka xwe bi zimanê dayîkê perwerde dikin. Lê ji ber bêderfetiyan em di gelek milan de kêm dimînin, ji ber wê yekê ji bo ku em zarokên civaka xwe di her milî de perwerde bikin û li beramberî polîtîkayên qirkirina çandî biparêzin, pêwîstiya me bi piştgirî û alîkariyeke xurt heye.

Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji bo piştgiriya xebatên perwerdehiyê yên li Şengalê kampanyayeke alîkariyê didîn. Ji bo parastin û pêşxistina çand û zimanê Êzidxanê hem di milê madî hem di milê manewî de pêwistiya me bi piştgirî, hevkarî û alîkariyê heye. Li ser vê esasê em di serî de bang li tevahî sazî û dezgeh û gelê xwe yê êzidî yên li welat û derveyî welat dikin ku bi awayek xurt beşdarî vê kampanyaya me bibin û piştgiriya xwe bigihînin me.

Bang li UNESCO’yê dikin da ku bi erka xwe rabe û wekî civakek ku di fermanan re derbas bûye û bi polîtîkayên qirkirina çandî re rû bi rû ye, piştgirî û hevkariya xebatên ziman û perwerdeyê ya Şengalê bike.

Beşeke esasî ya xweseriya Şengalê xweseriya ziman û çanda wê ye

Em baş dizanin ku xweseriya civakek di serî de bi dewlemendiya çand û zimanê wê pêş dikeve. Ger civakek bi zimanê xwe nexwîne, nenivîse û nepeyive, dibe mehkumê hemû rengên helandinê. Lewra beşek esasî yê xweseriya Şengalê ziman û çanda wê ye. Lewra em bangawazî dikin ku her kes bi taybet jî civaka me ya Êzidî li zimanê xwe yê dayîkê bibi xwedî û destekê bide saziyên xwe yên çand, ziman û perwerdeyê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button