Welatiyên  Şengalê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan 

Bi sedan welatiyên Şengalê ji pêkhateyên Ereb û Êzidî li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan û gotin, “Kes nikare roja me tarî bike.”

https://www.youtube.com/watch?v=aty6NCfml04

Li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an a li  dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bi sedan welatiyên Şengalê, bi dirûşmeya “Emê Komploya 15’ê Sibatê têk binin û xweseriya Şengalê misoger bikin” meşiyan.

Meşa ku bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê  pêkhat, ji ser rêya sereke ku derbasî Komalgeha Dugurê dibe, heta Korîdora Mirovî ya ku di sala 2014’ an ji aliyê şervan û gerîla ve hatibû vekirin û gelê Êzidî ji qikirinê xilas kirin dewam kir. Di meşê de  ku bi sedan, kes tevî nûnerê sazî û rêxistinên Şengalê, jin û ciwan  beşdarî bûn, bê navbera li ber strana Çerxa Şoreşê dirûşmeyên,“Kes nikare Roja me tarî bike”, “Bê Serok jiyan naba” û “Bi can bi xwîn em tere  hey serok” hatin gotin.

Piştî meş gihîşta  Korîdora Mirovî  daxuyanî hate dayîn.

Di serî de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Cîgerê Hevserokatiya Desteyê Azad Hisên axivî û di serî de komploya navneteweyî şermezar kir û got : “Em gelê Şengalê bi pêkheteyên wê ve serokatî wek qehremanê herî mezin digirin dest. Kesê di zehmetiyan de bi hawara te ve hat û kesê pişta xwe jî da te pêwîste tu herduyan jî jibîr nekî. Di serî de hekûmeta Iraqê û PDK’ê bi erka xwe ranebûn di rojên herî zehmet de pişta xwe dana me. Yê li me xwedî derket Serokatî bû. Em  jî wek gelê Şengalê ji bo azadiya Serokatî çi ji destê  me bê xwesetin em amadene ji bo Serokê xwe bikin.”

Her wiha li ser navê Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî jî axivî, şehîdên Tevgara Azadiya Kurditanê bi bîr anî û diyar kir ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan naskirin û got: “Di kesayetiya Rêber Apo de xwestin tevahiya mirovahiyê bikin hedef. Komploya 15’ê Sibatê fermana 2014’an û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ji hev nequt in. Heman kesên biryara fermana Şengalê dan biryara komlploya li ser Rêbertiyê biryara komployê dabûn.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button