Jinên Ereb ên Şengalî: Heta Rêber Apo azad nebe em ê li ser piyan bin

Jinên Ereb ên li Şengalê ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan, komploya navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin ku heta azadiya Ocalan wê li ser piyan bin.

Pêkhateyên Şengalê ku xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye, di salvegera 23’an a komploya navneteweyî de têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan mezin dikin. Li Şengalê ne tenê Êzidî her wiha pêkhateya Ereb jî Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne û destnîşan dike ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan ji bo wan erk e.

Jin a Ereb Hacer Salih ku ji gundê Hesewîke ye, ji ANF’ê re têkildarî komploya 15’ê Sibatê axivî. Hacer Salih qala girîngiya fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Di serî de têkoşerên jin hemûyan silav dikim. Şehîdan jî bi bîr tînim. Şehîdên me yên azadiyê, rêya têkoşîna me mezin kirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe rêya azadiyê nîşanî jinan da û ji koletiyê rizgar kir. Jinên ku bi fikrê Rêber Apo hesiyan êdî asêmayina li malê qebûl nakin. Jin êdî kar dike, dixwîne, fêr dibe û bûye hêz. Ev hemû bi saya Rêber Apo pêk hatin. Ji bo me erka sereke ye ku ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Rêber Apo ji ber ku azadiya civakan dixwaze niha li Îmraliyê girtî ye. Em ê jî timî li ser piyan bin û ti carî têkoşîna xwe nesekinînin.”

‘BI TÊKOŞÎNA HEVBEŞ WÊ RÊBER APO AZAD BIBE’

Emûla Qasim jî diyar kir ku bi saya fikrê Ocalan jinên Ereb û Êzidî yekîtiya xwe bi dest xistine û ew ê bi vê yekîtiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Emûla Qasim got, “Bi naskirina Rêber Apo me girîngiya yekîtiya jinan nas kir. Yek ji armanca me ya sereke yekîtiya jinên Êzidî, Mesihî, Ereb û hemû pêkhateyan e.”

Emûla Qasim diyar kir, ku pirsgirêkên wan yek in, lazim e têkoşîna wan jî yek be û got, “Em jinên Ereb û Êzidî deyndarê Rêber Apo ne. Em ê bi têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deynê xwe bidin. Ji sala 2014’an ve me Rêber Apo nas kir. Bi saya Rêber Apo me xwe nas kir, ji ber vê yekê jî heta Rêber Apo azad nebe, em jinên Êzidî û Ereb çalakiyên xwe dewam bikin.”

ANF-NÎSAN XELÎL

Show More
Back to top button