YBŞ: Di êrişên hewayî de şehîd û birîndarên me nînin

Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku di êrişên hewayî ya şeva borî de 21 qad hatine bombebaran kirin û di van êrişan de şehîd û birîndarên wan nînin. Di êrişan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û yek ji birîndar bûn.

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a şeva borî ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di roja 1’ê Sibatê şev saet 22.00’an heya ber bi siharê saet 3’yan ve dewleta Tirk a qirker bi balafirên şer ve êrîşên qadên me kir. Di van êrîşan de bi giştî 21 cihên me hatiye lêdan. Di van êrîşan de ti şehîd û birîndarên me nîn e.

Armanca vê êrîşê tirsek di nava gelê me de dayîne avakirin e. Artêşa dagirker û qirker a T.C. siyaseta qirêj li ser heman koçberan dide meşandin û bi vê siyaseta qirêj û van êrîşan ve gelên me yên ku di kampan de jiyan dikin hedef digre. Ji ber ku gelê me her roj ji kampan vedigerin ser axa xwe û ji bo ku pêşî li vegera gelê me bigre dewleta qirkêr a Tirk ev siyaseta xwe ya qirêj û êrîşên xwe dide meşandin. Heman demê de jî dewleta dagirker a T.C bi vî awayî şerên xwe yê psîkolojîk jî berdewam dike.

Ev êrîş û êrîşa ji aliyê çeteyên daîşê di 3’yê Tebaxa 2014’an de hatiye çêkirin bi hev re girêdayî ye. Lê belê çi dibe bila bibe dijmin wê nikaribe bikeve van mewziyên me û wê nikaribe van mewziyên me yên ku ji pola hatiye ava kirin bişkîne. Tenê bila gelê me ji hêza xwe bawer bike, bi vê awayî tevahî êrîşên dijmin wê vala were derxistin û wê dijmin nikaribe bikeve vê xaka pîroz. Milet û dostên me dîtin ku rixme ewqas êrîş çêbû, sedan zêdetir lêdan çêbû, hemû hatin vala derxistin. Ji bona vê jî divê gelê me û dostên me ji vê hêza xwe û mewziyên xwe piştrast be.

Hinek çapemeniyên PDK’ê propagandaya dagirkeriya Tirk didin meşandin. Ev dagirkerî û êrîşên dewleta qirker a Tirk meşrû kirin ji bo Kurdekî ne şeref e û ne jî rûmetek e. Bangawaziya me ji bo wan dev ji vê zimanê ku bi kar tînin, berdin.

Mewzî û çeperên me car din ji herkesî re îspat kir ku weke pola pişt gelê xwe sekiniye. Ji bona wê jî bi ti awayî ti dagirker û dijmin nikaribe bikeve xaka Şengalê.

Ji derveyî van cihên me yên ku hatiye hedef girtin û lêdan, heman demê cihekî medenî jî hatiye lêdan. Di vê cihê medeniyê ku hatiye lêdan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar e. Ji bo zelalkirina vê rewşê û nasnameyên van kesan aşkere kirin lêkolînên me berdewam dike. Lê belê qasê ku agahiyên hatiye destê me ev kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo xizmeta vê civakê bikin karê bîr kolanê dikirin.”

NAVENDA NUÇEYAN-ŞENGAL

Show More
Back to top button