Hevserokê PADÊ: Hin alî dixwazin ewlekariya Şengalê xira bikin 

Hevserokê PADÊ Emer Saleh da diyakirin ku ciwanên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê nerazîbûn nîşan dane, ji aliyê hukûmeta Iraqê ve hatine girtin û belavkirina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan tenê ji xwere kirine behane. Saleh da zanîn kesên li himberî DAŞ’ê li ber xwe dane jî ji aliyê Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk ve tên hedefgrtijn û gef li wan tên kirin

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel 7’ê Kanûnê di encama êrîşa balefirên bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû. Li himberî vê êrîşî civaka Êzidî nerazîbûn nîşan dan û Iraq wek hevkarê van êrîşan binavkirin. Artêşa Iraqê ku bi biryara Kazimî li Şengalê ye, rê li ber çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk girtin. Her wiha gelek kesên ku beşdarî di van çalkiyan de kirina ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve biriyara girtina wan derket.

Piştî van çalakiyan Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin di 20’ê Kanuna 2021’an de bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê belavbikin, di roja sêyemîn a çalakiyê de dema Pirtûkxaneya Gerok ji Xanesorê Derbasî Nehiya Sinûnê dibe, ji aliyê artêşa Iraqê ve tên astengkirin û endamên ciwanan tên girtin. Ev mehek derbas bû lê hîna ev ciwan nehatine berdan.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) Emer Saleh li ser girtina ciwanan da diyarkirin ku dezgehên ewlekariya Iraqê ji ber ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê derketine û çalakî kirine hatine girtin.

Hevserokê PADÊ her wiha da zanîn mijara belavkirina pirtûkên Rêber Ocalan jî, tenê ji xwere kirine behane daku van ciwanan bigrin. Hevserokê PADÊ Emer Saleh got : “Gelê me îro li dijî girtina van ciwana ye, ji ber ev zarokên me ji ber fermana xilas bûne, li dijî DAIŞ’ê şer kirine û li ber xwe dana. Bi çalakiyan dixwazin daxwaza mafê xwe bikin û rê li ber van êrîşên li ser Şengalê bigirin. Girtina wan ji aliyê hikûmetê ve ne di cih de ye. Bi dehên cara me bi dezgehên Iraqê yên elaqedar re hevdîtin kiriye, her carê ew soz didin ku ewê di demek nêzde van ciwanan berdin. Lê heya niha sozên xwe pêk neanîne. Li gor agahiyên ku Iraqê dane me, dibêjin ti tiştek li servan ciwanan nîne. Her wiha li dadgehê jî bi tu buyerekê nehatine tometbarkirin, lê dîsa jî heya niha ew girtîne.”

‘Gelê me neçare ji bo bi destxstina mafên xwe li ber xwe bidin’

Emer Saleh destnîşankir ku ji serok eşîran heta YBŞ û saziyên rêveberiya xweser a Şengalê li ser vê mijarê û mijara belavbûna hêzên Iraqê li nava Şengalê de, berdewam hevdîtinan dikin. Emer da zanîn di hevdîtinan de didin diyarkirin ku ew ê hemû mijaran çareser bikin û ew jî li benda sozên wanin ka wê pêk bînin yan ne. Emer got: “Gelê me neçare ji bo bi destxstina mafên xwe, li ber xwe bidin. Em bi girtina sê ciwanan xilas nabin ji bo gelê me tekoşîn pêwîste. Hikûmeta Iraqê heta niha îradeya gelê me qebûlnekiriya. Ciwanên me ên hatine girtin jî ciwanên vê civakê ne.”

‘Yên dijî DAIŞ’ê rabûn, ji aliyê PDK, Iraq û Tirkiyeyê ve gef li wan tên kirin’

Hevserokê PADÊ’ê da zanîn welatiyên Şengalê yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane, niha ji aliyê PDK, Iraq û dewleta Tirk ve tên hedef girtin û gef li wan tên xwarin. Emer Salih got: “Îdia dikin ku Şengal ne arame û aliyên ne rewa di Şengalê de hene. Lê her kes dizane ew hêzên ku xwe wek hêzên fermî binav dikirin li himberî DAIŞ’ê li ber xwe nedan û gelê me di qirkirinê re derbaskirin. Gelê me li ber xweda û bûna xwedî îrade, ev îradeye ku di Şengalê de hatiya avakirin, gelek alî jê ditirsin. Ciwanên me li ber fermanan li ber xwe didin em dizanin ku wê gef li ser wan hebin.”

Herî dawî Hevserokê Partiya Azadî û Demikartiya Êzdiyan (PADÊ) Emer Saleh wiha got : “Gelê me wê ji bo tu kesî dest daneynin  soza dayin wê bi îradeya xwe bibin serî, li himberî hemû êrîş û pilana wê rabin. Hêzên Iraqê jî ne hêzekî wiysaye ku karibe xwe li ber hertiştî bigire. Rojane navenda Bexdayê tê hedefgrtin û ti kes nikare rê li ber wan êrîşa bigire. Lê Şengal ku gelê wê bi îradeye xwe kariye ewlekariya wê pêkbîne, hin alî dixwazin vê aramiya heyî têk bibin.”

Şengal

Show More
Back to top button