Şêwir bi peyama xurtkirina têkoşîna hevbeş bi dawî bû
Şêwira Jinên Êzidî û Ereb ku vê siharê bi dirûşma "Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike" hatibû destpêkirin bi peyama xurtkirina têkoşîna hevbeş, bi dawî bû.
Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) cara yekeme ku li Şengalê şêwira Jinên Ereb û Kurd bi dirûşma “Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike” li navçeya Til Îzêr a Şengalê destpêkiribû bi peyamên girîng bi dawî bû. Her wiha di şêwirê de mijarên mîna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, jinên ku rastî êrîşên çeteyan hatine û bandora wê, sedemên qirkirina jinê, xalên hevbeş yên ku dikare parastina jin ji êrîşên qirkirinê misoger bike, rewşa jin di kampan de, polîtikaya koçkirinê ya ku pergala kapîtalîzm li ser civaka Êzidî dide meşandin û pêşxistina rê û rêbaza çareseriyê divê şewiridê hatin nîqaş kirin. Di heman demê de jinên ereb ji Bexda, Endamên Cebheya Têkoşîna Demokrtîk ya Mûsil, Rêxistina Pêşveçûna Jin û Tevna Alîkariya Jinên Êzidî beşdarî şêwirê bûn. Piştî rûniştina yekem, rûniştina duyem û sêyem li ser mijarên siyaseta koçkirin, rewşa jin di kampan de û jin çawa di bin sîwanekî hevpar de xwe biparêzin û jinên Ereb û Êzidî çawa bi yekgirtinekî hevbeş hêza çareseriyê ava bikin, hate niqaş kirin.
“Jin cewhera jiyanê ye”
Aktîvîsta jin, ji Bexdayê Bidûr Elcerah li ser siyaseta dewletên sermeyedar li ser Rojhilata navîn tê meşandin wiha şîrove kir: “Li ser axa Iraqê siyasetekî gelekî kur tê meşandin. Dixwazin li ser vê axa pîroz di navbera Şîa, Sine, Êzidî û Mesîhî de siyaseta cudabûnê û ne edaletiyê bixin di navbera netewan de. Ev siyaseta qirêj ya desthilatdaran ne tenê li ser Iraqê li ser gelek qadan û welatên din jî tê meşandin.Em dikarin bêjin ku ev siyaset bi destê gelek dewletan tê meşandin. Dixwazin vê axê ji hemwelatiyên wê koçbikin û bikin destê xwe û kesên ku li gor siyaseta wan diçin, dixwazin li ser axa me bi cih bikin. Dewletên ku berjewendiyên hevdu difikirin herdem siyasetê li gor berjewendiyên xwe dimeşînin. Niha koçberî pire û ev koçberiya ji vê axê bi taybet di nav ciwanên Iraqê de hemû siyasetên dewletan e. Em wek jin cewhera her tiştî ne û em dikarin bi têkoşîna xwe pêşî li van qirkirinê bigirin. Çiqilên ku dayik û dapirên me çandine divê em ji nû ve biçînin.”
“YJŞ ji bo zihnyeta zilamsalar bû kabûsek”
Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ruheyv Şengalî bal kişand ser yekîtiya jinên Şengalê û wiha domand: “Yekîneyên Jinên Şengalê ji bo hêzên desthilatdar bû kabûsek, ji ber ku hemû pilanên wan ya li ser jinê pûç bû. Hêzên desthilatdar digotin jin nikare li Iraqê bibe xwedî hêzekî çekdar û parastina xwe bike, lê derketina YJŞ’ê bû bersiv. Niha siyasetek qirkirinê li dijî jinan pêk tê, em wek jin dikarin vê siyasetê vegerînin serkeftina têkoşana jinan. Em parêzwanên tevahî jinane. YJŞ’ê pêşenga jinên Êzidîne û ji me bê xwestin em ê parastina tevahî jinên cîhanê bikin. Çeteyên DAIŞ’ê bi hovitiyek mezin bi hezaran jinên Êzidî rivandin û li sûkan firotin, em wek hêza jin nahêlînin ev dîroka reş dûbare bibe. Me bi felsefeya jina azad xwe zane, rêxistin û pêş xist. Her ku jin xwe bi rêxistin dike, êrîşên desthilatdaran zêdetir dibe da ku em pêşî êrîşên desthilatdariyê bigirin, divê em yekîtiya jinan ava bikin.”
“Em ê hebûna jinan biparêzin”
Jina ji pekhateya Ereb ji Medîbanê bi navê Zihûr Ehmed li ser hevbeşbûna jin di giştî Iraqê de nêrîna xwe wiha parve kir: “Niha weke jinên Ereb û Êzidî em şêwira pêşî lê girtina qirkirina jinê li dar dixin. Divê şêwirê de em hemû jin bûn şahidê gelek bûyerên bi êş. Me berê nedikarî li ber dêriya malê xwe birûnin, min di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hevjîn û kurê xwe winda kir. Ger di wan rojan de hêza min a niha hebûya, minê wê demê hemû malbat û civaka xwe parastiba. Çeteyên DAIŞ’ê tevahî netewan xist armanca êrîşa xwe û ji wan pêkhateyan yek jî ereb bû. Me jî ji ber hovitiya çeteyan koçkir û ji tirsan xew neket çavê me. Lê piştî gelek ezmûnan em niha bûne xwedî vîn. Em ê herdem hebûna jinan biparêzin.”
“Jinên Êzidî li hember zilmê têdikoşin”
Jina bi navê Necat Xelîl Bapîr ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye wiha axivî: “Ez niha bi saya hêzên jinên Êzidî li vir im û bi serbilindayî amademe. Ez dikarim bêjim ku ez jinek Êzidîme û li hember hemû zilmê têdikoşim. Heta niha jî keçekî min di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye, lê ez dizanim ne tenê keçê min bi hezaran jinên Êzidî di destê wan de ye. Ev yek hêrsekî mezin di min de ava dike û ez ê li beramber vê yekê têbikoşim.”
Şêwir bi peyama bi hêzkirina têkoşîna jin di Iraqê de û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
Dê di rojên pêş de TAJÊ’ê encamnameya Şêwira Jinên Ereb û Êzidî bi daxuyeniyekê ragihîne.
ŞENGAL