Şêwira Jinên Ereb û Êzidî bi rûniştina yekem didome

Bi pêşengiya TAJÊ yekem car Şêwira Jinên Ereb û Êzidî  li ser mijara fermana ku qirkirina jinan dike hedef, bi dirûşma "Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike" li Şengalê destpêkiribû, bi runiştina yekem didome.

Şêwira Jinên Ereb û Êzidî ku bi dirûşma “Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike” Li navçeya Til Îzêr a girdayî Şengalê destpêkiribû bi rûniştina yekem didome. Şêwira Jinên Êzidî û Ereb bi runiştina xwe ya yekem li ser mijarên sedema fermanan û bandora wan li ser jinan, di heman demê de cureyên tundiya li ser jinê û rewşa jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne niqaş tê meşandin.

“Heta niha jî qirîna jinan di guhê min de ye”

Piştî sînevîzyon hate temaşekirin rûniştina yekem destpêkir. Jina ciwan a bi navê Semer Mehmê ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûye, li ser bûyerên ku jiyaye wiha nêrîn da: “Min tucar çete nedîtibû û min tenê li ser tv dîtibû. Lê dema êrîşî Şengalê kirin, min ew tişta herî hov bi xwe jiya û min dît ku wehşiyeta ku di tv de min dîtiye rast e. Dema ez esîr ketim destê çeteyan min birin zindana Badoş, gelek kes li wir hebûn û paşê min birin Til Efer ji bo ku min bibin Sûriyê. Piştî ez hatim Sûriyê min weke xizmetkar bi kar dianîn. Paşê min derxistin da ku ez werim firotin û çeteya ku min kirî amîra wan bû. Ew amir tecawiza gelek jinên Êzidî kir. Heta niha jî dengê qirîna wan jinan li guhê min e. Li pêşiya çavê min mirov serjêdikirin û ferzdikirin ku ez wan seriyan bigirim destê xwe. Mirov weke qurban li pêşiya dêriyê mala wan dihatin kuştin. Di heman demê de gelek zarokên Êzidî rivandibûn û wan ji baweriya wan dûr dixistin û li ser çanda çetecitî perwerde dikirin.”

“Têkoşîna jinan bê hempa û dîrokî ye”

Paşê Cebheya Têkoşîna Demokratîk ya Mûsilê, Dilpak Ismail piştgiriya xwe ji jinên Êzîdî re wiha parve kir: “Niha gelek bûyer hatin vegotin û di bûyeran de hovitiya çeteyan li ber çav e. Têkoşîna jinên ku li hember hovitiya çeteyên DAIŞ’ê raber kirine, têkoşîneke bê hempa û dîrokî ye. Em weke Cebheya Têkoşîna Demokratîk ya Mûsilê bi xwîşkên xwe yên Êzidî û kurd re ne. Em dibêjin em bi hev re dikarin jiyanekî azad û demokratîk ava bikin. Rêza me ji tevahî netewan re heye.”

“Em li hember qirkirina jinan têdikoşin”

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen li ser ferman û bandora wê li ser jinê wiha anî ziman: “Îro em weke jinên Êzidî û Ereb li vir kombûne, her çîrokek bi êş ên ku jinên Êzidî jiyane em bi hev re parve dikin. Bi saya jinên ku li hember hovitiya çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, îro em li vir amadene û em li hember qirkirina jinan têdikoşin.”

“Desthilatdar li dijî jinê tundiyên mezin dimeşîne”

Endama Rêveberiya Bihêzkirina Jinan a Wezareta Koç û Koçberiyê ya Nînowayê, Leyla Seîd li ser cureyên tundiya li ser jinê wiha nêrîna xwe parve kir: “Em îro di vê şêwirî de amadene û li ser mijara qirkirina jinan nîqaş dikin. Em spasiya jinên TAJÊ dikin ku vê derfetî ji me re vekirin. Îro desthilatdarî di aliyê bedenî, derûnî û çandî de li ser jinê tundiyek mezin dimeşîne. Ev tundî dihêle ku di nava civakê de mijarên mîna şer, birçîbûn, wêranî, koçberî û bi karanîna madeyên hişbir vebike. Ji bo ku em bikarin van pirskirêkan ji holê rabikin divê em çareseriyên mayinde peyda bikin. Em wek rêxistin di wezaretê de em agahî didin kesên peywendîdar da ku jinên ku rastî tundiyê tên bisekinin. Her wiha em semînerên li dijî tundiya li ser jinê didin da ku jinan divê alî de, zane bikin.”

“Şêwir bibe gavekî ji bo bilindkirina têkoşana azadiya jinê”

Endama Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî, Ferîde Sedû rewşa jinên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê ne û jinên ku hatine rizgarkirin wiha axivî: “Di aliyê siyasî û ewlekarî de Iraq qeyranekî mezin jiyan dike. Kombûna me li vir xwedî cihek pir girînge. Ruxmê ku astengî derket û gelek jin nehatin, lê me gav di paş de navêt û me şêwira xwe li dar xist. Em spasiya TAJÊ’ê dikin ku me vexwendine vê şêwrê. Em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin ku alîkariya me kirin û bi hezaran jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Tişta herî zêde ji me re zehmet û bi êş tê, çeteyên DAIŞ’ê li ser jinên Êzidî ticaret kirin. Îspat û belgeyên me hene ku jinên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de çi jiyane em raxînin li ser rûyê erdê. Jinên ku ji destê wan çeteyan rizgar bûne û îro li Şengalê amadene hene û hinek ji wan jî derketin derveyî welat. Em li ser bingeha ku em axa xwe ji dijmin biparêzin kar û xebat dimeşînin. Hêviya me hemû ewe ku ev şêwir bibe gavekî ji bo bilindkirina têkoşîna azadiya jinê.”

Şêwira Jinên Êzidî û Ereb li ser mijarên siyaseta koçkirin, rewşa jin di kampan de û jin çawa di bin sîwanekî hevpar de xwe biparêze dewam dike.

ŞENGAL

Show More
Back to top button