Karasû: Divê Êzidî êdî bersiva êrîşan bidin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir piştî evqas berdêlan wê Êzidî dest ji ‘Xweseriyê’ bernedin û got: “Êdî ti hêz nikare pêşî li xweseriya xelkê Êzidî bigire. Êzidî jî li dijî êrişan divê timî di parastinê de nemînin, bersiva pêwîst bidin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir bi dewamî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, ku herî dawî ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

‘Dizanin wê Şengal bibe mînak ji ber wê êrîş dikin’

Mûstafa Karasû diyar kir, “Dewleta Tirk careke din êrişî Şengalê kir. Fermandar û şervanên YBŞ’ê yên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim. Ev êriş, têkbirina xelkê Êzidî li aliyekî wê têkoşîna wan hîn behtir bike. Dewleta Tirk dijminê azadî û demokrasiyê ye. Li ku dera Rojhilata Navîn demokrasî û azadî pêk tê, d ewleta Tirk wê derê ji bo xwe weke metirsiyê dibîne. Ji ber ku dema li Rojhilata Navîn demokrasî û azadî bi pêş ket, hingî dewleta Tirk wê ji hev belav bibe. Ji bo ji hev belav nebe, ji bo karaktera xwe ya qirker û mêtinger biparêze êrişî tevgerên azadîparêz û şoreşger dike. Lewma êrişî Şengalê dike. Hem ji bo Kurd li cihekî nebe xwedî destketî êriş dike, hem jî zane ku sîstema li Şengalê wê bibe mînak, êriş dike. Ji ber vê yekê bi salane êrişî Şengalê dike. Êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê divê weke êrişeke DAÎŞ’ê bê dîtin.”

‘Çawa DAÎŞ xwest civaka Êzidî qir bike, dewleta Tirk jî heman tiştî dike’

Karasû dazanîn tişta ku DAÎŞ dixwest bîne serê civaka Êzidî niha heman tiştî Tirkiye dike û got: “Çawa ku DAÎŞ’ê xwest civaka Êzidî qir bike, dewleta Tirk jî heman tiştî dike. Eger li hemberî DAÎŞ’ê helwest tê nîşandan divê li dijî dewleta Tirk jî helwest bê nîşandan. Eger ev nayê kirin, hingî helwesta li dijî DAÎŞ’ê sexte ye. Lewma divê êdî her kes li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên dewleta Tirk re ku xwedî zîhniyeta DAÎŞ’ê ye. Yekane cudahiya navbera DAÎŞ’ê û dewleta Tirk ew e ku yek jê bûye dewlet, li qada navneteweyî bûye xwedî cihek, ya din jî nekariye bibe xwedî cihekî bi vî rengî. Divê bi vî rengî bê nirxandin.”

‘Iraq ji ber zextên dewleta Tirk û PDK’ê bêdeng dimîne’

Li ser rola PDK’ê ya di êrîşên li dijî civaka Êzidî de jî Mûstafa Karasû wiha axivî; ”Lê belê PDK zemînê ji dewleta Tirk re amade dike ku ewqasî êrişan bike. Xelkê Êzidî dibêje, PDK îstîxbaratê dide, dewleta Tirk jî êriş dike. Fikra giştî ya xelkê Şengalê bi vî rengî ye. Ji ber ku herî zêde PDK li ber rêveberiya xweser a li wê derê radibe. Bi vî rengî bi dewleta Tirk re bûye yek. Iraq jî ji ber zextên PDK û dewleta Tirk bêdeng dimîne. Ew jî bi bêdengiyê dibe hevpar. Bi vî rengî ne tenê êrişan ji nedîtî ve tê, di heman demê de teşwîq dike.”

‘Êzidî dive timî di parastinê de nemînin’

Ji bo vala derxistina êrîşan jî Karasû dazanîn nabe Êzidî tenê di pozîsyona xweparastinê de bin û got: “Êzidî jî li dijî êrişan divê timî di parastinê de nemînin. Divê bersiva pêwîst êdî bidin. Em nizanin bê wê çawa bersivê bidin, lê belê tenê bi xwepêşandanên li qadan nerazîbûn nayê nîşandan. Divê bi rengên cuda jî nerazîbûn bê nîşandan. Eşkere ye ku êriş wê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Lê belê piştî ewqas berdêl û şehîdan Êzidî wê dest ji berxwedanê bernedin. Wê dest ji Xweseriyê bernedin. Êdî ti hêz nikare pêşî li xweseriya xelkê Êzidî bigire. Ne PDK, ne dewleta Tirk nikarin pêşî lê bigirin. Dewleta Iraqê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk û PDK’ê re xweseriyê nikare nas bike, lê belê pêşiya xweseriya xelkê Êzidî vekiriye û ti zerara wê li dewleta Iraqê nîne. Êzidî wê bi vê helwesta xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe xweser bibin. Bi vê wesîleyê şehîdan careke din bi minet bi bîr tînim.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button