Her pîroziyek bi xwe re rihên pîroz ava dike!

Kî dizanî bû ku rojekê di çiyayê Şingalê de bi destê  dijminê barbar DAIŞ’ê ve fermanek pêk were. Kî dizanî bû ku rojekê arteşek bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ava bibe.

Sal 2014 meh 3’ yê Tebaxê ye. Hawar qêrîn û giriyên zarok û dayîkan li çiyayê Şengalê bilind di bûn. Her der bi reşatiyên cilên reş re hatibû dorpêç kirin. Kesekê tiştek nedizanî kesekî wateya bilind kirina peyva “Allah’û Ekber’’ fêm nedikirin. Bes zarokên ku bi vê dengê ditirsiyan fîstanê dayikên xwe hembez dikirin. Gotin ya Şêşims xwe bigihijinîn hawara me da ku em bikaribin xwe dibin van qêrînan de xilas bikin.

Dayîkan zarokên xwe hembêz kirin û berê xwedan çiyayê Şingalê

Dayîkan zarokên xwe hembêz kirin û berê xwedan çiyayê Şengalê. Herkes tî birçî bûn û destê xwe dirêjî alîkariya mirovahî  dikirin. Dema ku hêviyên xwe ji jiyan kirinê qut kirin şervanên YPG,YPJ, gerîlayên azadiya Kurdistanê HPG û YJA-STAR’ ê berê xwe dan warê pîroz Êzidxanê û ji bo xilas kirina gelê Êzidî korîdora mirovahiyê vekirin. Bi vê korîdorê ve hezaran gelê Êzidî ji komkujiyan de xilas kirin. 12 siwariyên ku destpêkê berê xwe da bûn çiyayê Şingalê di xwastin arteşêk ji ciwanên Êzidî ava bikin.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) di herikandina xwinê de ava bû

Di 3’yê Tebaxa 2014’ an de bi konferansekê ve YBŞ nehatibe ava kirin jî bi civînekê artêşa ku ji ciwanên Êzidî ve hatibe ava kirin ji tevahî gerdûnê re hatibû ragihandin. Êdî navê hêza Êzidxan vê bû ba Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ). Bi vê awayî hêza Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di herikandina xwinê de ava bû bû. Êdî her ciwanekê berxwedêr navê şoreşgerên fedaî vê li xwe kiriban. Ev bûn Dijwar, Berxwedan, Sîpan, Bêrîvan, Hemîd, Êzdîn, Azad û Enwer. Grûba piçûk a tevlîbûna ciwanên Êzidî îro bi xwe re hezaran navê şoreşgerên fedaî ava kirine.  Yek jî van şoreşgerên destpêkê Nacî Hecî Sebro bi nasnav Enwer Tolhildan e.

‘Ji bo parastina, çand û baweriya xwe soza tolhildanê da û nav û  paşnavê kir Enwer Tolhildan’

Şervan, fermandar,pêşeng û rûkenê civaka xwe tevahî malbata xwe dû xwe hişt û ji bo parastina civak, xak, çand û baweriya xwe soza tolhildanê da û ji bo vê paşnavê kir Enwer Tolhildan. Şervan û pêşengê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Enwer Tolhildan ji bo danasîna jiyana xwe vana tîne ser ziman.

‘Ev ferman ji bo me fermanekê giran bû’

Enwer Tolhildan 1996’ de di Xanesorê a girêdayî Şengalê ji dayîk dibe. 2014’ an de Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) nas dike û 2015’ an tevlî nava refên YBŞ’ ê dibe. Destpêka fermanê de  şervanên YPG- YPJ hebû û bi gerîlayên azadiya Kurdistanê ve di Şengalê de şer domandin. Piştre Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hat ava kirin. Beriya fermana 2014’ an de jî ferman li ser gelê me pêk hatibû lê cara yekem hezaran keç û jinên Êzidî di ket destê dijminan. Ev ferman ji bo me fermanekê giran bû.

‘Mam Zekî jî sembola û bingeha koka  civaka Êzidî  bû’

Sedema bandor bûyîna tevlîbûnan ev bû ku di fikrê rast de xwe kûrkirin û xwe zana kiribûn bû. Mînak şehîd Şengal di nav piratîkê xwe yê heyî de civak derdora xwe kom dikir û sedema fermana behs dikir. Bi vê re jî sekna Mam Zekî, Mam Zekî jî ramzet û bingeha koka  civaka Êzidî  bû. Heval Zerdeşt jî hevalê gel xwe bi xwe re dikir fermandar. Di leşkerî de hem di nav civakê de hem jî di nav Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) seknekê wî hebû.

HÊJAR AVESTA /ROJNEWS

Show More
Back to top button