Jinên Êzidî: Emê rê nedin Peymana 9’ê Cotmehê

Jinên Êzidî diyarkirin ku hebûna leşkerên Iraqê ya di nava Şengalê de, tê wateya berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê û gotin; “Emê weke jinên Êzidî, heya dawî dijî plan û leyîstokên li ser civaka Êzidiyan tên meşandin têbikoşin. Hevkarên peymanê dixwazin bi rêya Iraqê peyman pêkwere, lê emê rê nedin Peymana 9’ê Cotmehê pêkwere.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li Şengalê bê navber dewam dikin, Iraq jî weke her carê bêdengiya xwe ya dijî êrişan diparêze. Tevî serweriya Iraqê tên binpêkirin, lê hemû rayedarên Iraqê vê yekê ji nedîtive dibînin. Li rexa din Peymana ku bi destê dewleta Tirk, PDK û Iraqê hatî îmzekirin, dixwazin li ser Şengalê pêkbînin.

Berxwedana gelê Şengalê ya dijî êriş û Peymana 9’ê Cotmehê dewam dike. Gelê Şengalê dibêjin, ewê ti carî dev ji axa xwe bernedin û nehêlin Peymana 9’ê Cotmehê pêkwere. Derbarê mijarê de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)Neam Bedel û Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Pakîze Celal ji ajansa me re axivîn.

‘Dixwazin Peymanê pêkbînin’

Destpêkê Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel axivî, Neam daxuyakirin ku hevkarên peymanê nikarin peymanê bicihbînin, ji bo wê jî dixwazin bi rêya leşkerên Iraqê yên şandine nava Şengalê, peymanê pêkbînin.

Neam di dewamê de behsa qezaya trafîkê ya li Şengalê kir û wek sedem jî hebûna zêde ya leşkerên Iraqê nîşan da. Neam dibêje; “Dema qeza çêbûyî, leşkerên Iraqê kêfxweşiya xwe tanîn ziman, wê demê ispat bû ku ew bûyer ne qeza bû. Divê hesabek ji wan leşkeran hatiba xwestin, lê ji ber li Iraqê ti qanunek nînin, em baş dizanin wê hikumet jî tiştek bi wan leşkeran neke.”

‘Iraq êrişî rojnamevanan dike’

Neam Bedel di dewamê de balkêşa ser binçavkirina ciwan û rojnamevanên li Şengajê; “Di vê demê de Hikumeta Kazimî ciwanên me û rojnamevanan jî dike hedef. Ji ber ku Kazimî ji ciwan û ragihandinê ditirse, ciwan pêşengtiya civakê dikin û ragihandin jî dibe deng û rengê civakê. Ji bo wê hertim wana digrin û gefan li wan dixwin. Li Iraqê jî pergalek weke dewleta Tirk li ser rojnamevanan tê meşandin, emê weke jinên Şengalê heya dawî li hemberî plan û peymanên wan ên qirêj rawestin. Em nahêlin ew bigihin armanca xwe. “

Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Pakîze Celal jî destpêka axaftina xwe de behsa astengkirina peykerê şehîd Zerdeşt Şengalî kir. Pakîze got; “Me xwest di salvegera şehadeta şehîd Zerdeşt de, peykerê wî danin. Dema peyker dihat Şengalê hate astengkirin, em bi tundî vê helwestê şermezar dikin. Ji ber zarokên me di oxira ax û welatê xwe de şehîd bûne tu mafê kesê nînin sembolên şehîdên me asteng bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button