Artêşa Iraqê hewl dide mudaxeleyî merasîma ji bo şehîdên Şengalê bike

Duh di encama êrişa balafirên dewleta Tirk dagirker de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn, ji bo şehîdan wê îro merasîmek were lidarxistin. Lê hêzên Iraqê dixwazin mudaxeleyî merasîma ji bo cenazeyan bikin, ji bo vê jî derdora malbatên şehîdan hêz komkiriye.

Duh di saet 15:30’an de balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker li Geliyê Şilo 2 wesayîtan kir hedef.

Di encama êrîşê de, 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi navê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan şehîd bûn 2 endamên YBŞ’ê ji birîndar bûne. Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.

Îro wê li Şehîdgeha Ş. Berxwdan û Dilgeş ji bo her 2 cangoriyên Şengalê merasîmek were lidarxistin. Di saetên siharê de cenazeyê şehîdan ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û radestî malbatan hatin kirin. Piştî rê û resmên olî wê cenazeyên her 2 şehîdan ji bo Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş werin oxirkirin.

Liv û tevgera leşkerên Iraqê

Lê balkêşe ku dema cenaze radestî malbatan hatin kirin, leşkerên Iraqê bi hêceta parastina cenazeyan, xwestin mudaxele bikin û rê li ber tevlîheviyê vekin.

Malbat û xelkê Şengalê helwestek tund nîşanî hêzên Iraqê da, li ser vê leşkerên Iraqê neçarman hewldana xwe bidin rawestandin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dayîn, niha artêşa Iraqê hêzek zêde li derdora malên malbatên her du şehîdan komkiriye. Liv û tevgera lekerên Iraqê ya li Şengalê dewam dike, ne diyare di saetên pêş de wê çi bi qewime.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇE

Show More
Back to top button